ROJEVA 05'Ê ADARA 2024'AN

  • 09:00 5 Adar 2024
  • Rojev
 
* Derbarê neçû Îmraliya ya CPT'yê de parêzer Rengîn Ergul diyar kir ku hebûna CPT’ya ku destûrê dide spekulasyonan û hebûna CPT dixe nav pirsê. BI DÎMEN 
 
*Seroka Giştî ya Evek-Sen Gulsum Nazlioglu da zanîn heqdestê keda nava malê ji bo jinan dibe ku fikaran biafirîne û got: “Divê mêr tevli karê malê bibin û ji bo jinan qadên îstîhdamê yên ku ji rolên zayendê hatine paqijkirin bên afirandin.” BI DÎMEN 
 
*Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partî ya Colemêrgê Viyan Tekçe da zanîn ku wê saziyên hatine girtin ji nû ve vebikin û got: “Bila AKP baş bizane ku gel li dijî van polîtîkayên qirêj serî natewîne. Her ku berxwedan hebe wê serkeftin jî nêz be.” BI DÎMEN 
 
* Asya Gezer li Kerboranê ji DEM Partiyê namzeta hevşaredariyê ye û diyar dike ku ji bo têkoşîna Garîbe û hemû jinan hilde bûye namzet.
BI DÎMEN 
 
*Ber bi 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ji saziyên cuda ên jinan diyar kirin ku wê 8’ê Adarê bikin roja serkeftinê û banga biherikin qadan li jinan kirin. BI DÎMEN 
 
*Endama OGK’ê Hîvda Selen diyar kir ku ji yurdan heta kolanan tundiya dewlet-mêr li her qadê tê jiyîn û di pêvajoyeke wisa de di 8’ê Adarê de gelek bernameyan pêk tînin û got: “Me dirûşmeyeke ku ji bo jin azadiya xwe bidestbixin têkoşîneke wan heye bibîr dixe, tercîh kir. Hemû polîtîkayên serdestiya mêr wê bi têkoşîna me bidawî be. Ji ber vê em ji bo azadiyê hene û em 8’ê Adarê de li kolanan e.” BI DÎMEN 
 
*Jinên li Helebê têkildarî 8'ê Adarê diyar kirin ku roja 8'ê Adarê ji bo tevahî jinên kurd bû mîrasek û wiha gotin:"Em rêxistinbûyina xwe ya 8'ê Adarê hîn zêde mezin dikin. Bi bilindkirina asta xebata xwe em bêhtir jinê ber bi azadiyê ve bibin û xwedî li têkoşîna 8'ê Adarê derkevin. Em ê her tim xebatên xwe berfirehtir bikin ji ber ku xebat ji bo têkoşîn û rêxistinbûyina jinan gelekî girîng in." BI DÎMEN 
 
*Endama Akademiya Jinan a Amedê Naşîde Buluttekîn diyar kir ku jin û civakên parastina xwe ya cewherî pêk neynin tune dibin û wiha got: “Ji avabûna şaristaniyan heta niha jin parastina xwe ya cewherî pêk tînin.” BI DÎMEN
 
* Grevên birçîbûnê yên li girtîgehan ên li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di roja 100’emîn de ne. Dayikên Aştiyê banga guhdarkirina daxwazên girtiyan kirin û gotin, "Ev zilm êdî bes e." BI DÎMEN