Ji EŞÎK’ê der barê hilbijartinan de 5 şertên lezgîn

  • 20:20 4 Adar 2024
  • Rojane
STENBOL- EŞÎK’ê der barê hilbijartinan de 5 şertên lezgîn ên wekê ‘Mafê Welatîbûna Wekhev û Wekheviya Zayenda Civakî, Têkoşîna li dijî Tundiya Jinê, Plansaziya Bajar a li Hember Zayenda Civakî Hestiyar,  Di alî Aborî, Civakî û Çandî de Piştgiriya Jinê û Bajarên Ekolojîk yên li Hember Karaset û Guherîna Avhewayê Xurt’ aşkera kir.
 
Platforma Jinan a ji bo Wekheviyê (EŞÎK) der barê hilbijartinênherêmî yên di 31’ê Adarê de pêk tên daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniya bi ser navê ‘li bajarên bi polîtîkayên mor, kes û cemawerî tên bi rêvebirin de, em jiyanek wekhev, azad û bê tundî dixwazin!’ de hat destnîşan kirin ku pêvajoyeke hilbijartinê ya ku civak ji demokrasiyê tê durxistin tê jiyîn. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji rêveberiyên demokratîk dur, di alî  ji sedî 50’yî zayendê de pêvajoyeke ku reqabetî serdeste û yên ku pereyê wan hene dikarin tevli bibin hat jiyîn.”
 
5 şertên lezgîn
 
Di daxuyaniya hat dayîn de hat gotin ku wek EŞÎK’ê piştî hilbijartinên 14-28’ê Gulana 2023’an şûnde 35 hefteyantecrubyeên wekheviya herêmî hatine parvekirin û wiha hat gotin: “Me 5 şertên lezgîn yên wekê ‘Mafê Welatîbûna Wekhev û Wekheviya Zayenda Civakî, Têkoşîna li dijî Tundiya Jinê, Plansaziya Bajar a li Hember Zayenda Civakî Hestiyar,  Di alî Aborî, Civakî û Çandî de Piştgiriya Jinê û Bajarên Ekolojîk yên li Hember Karaset û Guherîna Avhewayê Xurt’ diyar kir. Heta ku ev şert neyên cih wê têkoşîna me bidome. Heta dawî li feraseta rêveberiyên herêmî yên newekheviyê xwedî dikin, neyê em dest ji têkoşîna xwe bernadin.”