Nobetên Edaletê de peyama 'Em bi Ocalan re ne' hate dayîn

  • 18:13 4 Adar 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên Nobeta Edaletê yên li gelek bajaran de peyama xwedîderketina li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hate dayîn. Çalakvanan bang li gelên din û saziyên civaka sivîl jî kirin ku piştgiriyê bidin têkoşîna rewa ya gelê kurd. 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk hatiye destpêkirin li gelek bajaran dom kir.  
 
Êlih
 
Nobeta Edaletê ya li avahiya rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Êlihê hatiye destpêkirin jî di roja 33’yan de berdewam kir. Nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên li bajar hatin serdana çalakvanan. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên "Jin, jiyan, azadî”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hatin berzkirin. Di çalakiyê de gelek caran stran berxwedanê hatin gotin.
 
Stenbol
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Esenyûrtê di roja 84’an de berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin, bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatibû hilayistin. Çalakvanan pêşmalkên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin. Tevî rêxistinên DEM Partiyê yên Sancaktepe û Uskudarê, gelek kes hatin serdana çalakiya îro. 
 
Ji rêveberê DEM Partiyê yê Stenbolê Fîkret Karayel di nobetê de axivî. Fîkret destnîşan kir ku gelê kurd ji pêvajoyeke dirêj a têkoşînê re derbas dibe û anî ziman ku tevî hemû zextan xwedî li Abdullah Ocalan derdikeve. Fîkret wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez pêşengên Nobeta Edaletê yên di girtîgehê de ku ev 99 roj in greva birçîbûnê didomînin, silav dikim. Tecrîd ne tenê ser Rêberê gelê kurd tê meşandin, ser hemû derdoran û gelan tê domandin. Gelê kurd duh jî xwedî li Rêberê xwe derket, îro jî xwedîderketina xwe didomîne. Em vê yekê di kampanya û çalakiyên tên kirin de dibînin. Divê hemû gelên li Tirkiyeyê û saziyên sivîl piştgiriyê bidin têkoşîna kurdan a rewa û mafdar.” 
 
Nobeta Edaletê bi klamên dengêjan berdewam kir.
 
Mêrdîn
 
Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê ji hêla xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê ve hatiye destpêkirin berdewam kir. Dayika Aştiyê Remziye Bahçecî bal kişand ser girîngiya çalakiyê û da zanîn ku heta Abdullah Ocalan azad dibe dê çalakiya xwe bidomînin. Remziyeyê, destnîşan kir ku divê gelê kurd piştgiriyê bide çalakiyê û wiha domand: "Piştevaniya bi çalakiyê re dê bi xwe re azadiya Ocalan bîne. Azadiya Ocalan jî dê bi xwe re azadiya hemû girtiyan bîne." 
 
Di çalakiyê de hevpeyvîna bi parêzerê Nelson Mandela re hatiye kirin û di Rojnameya Yenî Yaşamê de hatiye weşandin hat xwendin û nîqaş li ser hatin meşandin. Di çalakiyê de her wiha perwerdeya zimanê kurdî dom kir û gelek caran tililî hatin avêtin û dirûşma “Bijî berxwedana zindana” hate berzkirin.