Nobeta Edaletê li Amedê 99 roj in didome

  • 16:40 4 Adar 2024
  • Rojane
 
AMED - Nobeta Edaletê ya li Amedê di roja 99'an de didome. Di çalakiyê de îro malbatan bal kişand ser armanca çalakiya xwe û banga piştevaniyê kirin. 
 
36 meh in agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Li gel ku hemû serlêdanên hevdîtinê yên parêzeran bi hinceta “disîplînê” hatin redkirin, girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de ji bo tevlîbûna pêngava “Azadî ji Abdullah Ocalan re, pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" dest bi grevên birçîbûnê kirin.  Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de dest bi nobeda edaletê kirin.  
 
Çalakiya Nobeda Edaletê li Amedê bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) ve hat destpêkirin, li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Rezana Amedê di roja 99'an de didome. Çalakvanên nobedê îro jî pêşmalkên li ser "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" hatî nivîsandin li xwe kirin û dest bi çalakiya xwe kirin.
 
Welatiyên ku ji Bîsmilê ji bo piştevaniyê serdana Nobeta Edaletê kirin, diyar kirin ku ji bo heq, hiqûq û edaletê têdikoşîn. Welatiyan bang li gel kir ku bila piştevaniya nobetê bikin. 
 
Di nobedê de stran hatin gotin û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hat berzkirin.