Li ser têkoşîna dîrokî ya jinan forumeke diyalogê

  • 15:12 4 Adar 2024
  • Rojane
 
QAMIŞLO - Meclisa Jinan a PYD’ê li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya 8’ê Adarê li ser “têkoşîna dîrokî ya jinan û berdewamiya wê di Şoreşa Rojavayê Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de” forumek diyalogê li dar xist.
 
Rêzeçalakiyên tevger û rêxistinên jinan ên Roja Cîhanî ya Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi dirûşmeya “Bi vîna jina azad em ê siyasetên  qirkirinê, dagirkerî û tecrîdê têk bibin” hatibû destpêkirin, dewam dikin. Îro Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê li bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê forumek diyalogê bi dirûşmeya “Em ê bi hev re 8’ê Adarê bikin roja bilindkirina têkoşîn û berxwedanê” li ser têkoşîna jinan a dîrokî, li dar xist. Bi dehan jin ji tevger, rêxistin û partiyan beşdar bûn.
 
Mijara sereke ya forumê “Têkoşîna Dîrokî ya jinan û berdewamiya wê di Şoreşa Rojavayê Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de” bû ku bi du xalan hat axaftin: Ya yekem “têkoşîna jinê ya di dîrokê de” ji aliyê Endama Meclisa Jin a PYD’ê Neîma Ebdulletîf ve hat birêvebirin.
 
Xala duyemîn jî li ser “rola jinan û têkoşîna wê di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de” bû ku ji aliyê Hevseroka Ofîsa Ragihandinê di PYD’ê de Erîfa Bekir ve hat birêvebirin.
 
Forum bi sinivizyonekê li ser têkoşîna jinan hat pêşkêşkirin.