‘Tecrîd bidome dê şer jî bidome'

  • 15:02 4 Adar 2024
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê bi serdanan didome. Di çalakiya îro de wiha hat gotin: "Tecrîd ne tenê li hemberî Abdullah Ocalan li hemberî Gelê Kurd tê meşandin. Heke tecrîd bidome dê şer jî bidome." 
 
Di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin hatiye destpêkirin, di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin.  Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de dest bi nobeda edaletê kirin.  
 
Di çarçoveya Kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re Azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî de bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Xizmên Girtî û Hukumxwaran a EGE'yê (EGETUHAY DER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ve hat destpêkirin di roja 32'yemîn de didome. Nobeta ku ji hêl Rêxistina Partiya Wekheviya Demokratîk a Gelan (DEM Partî) a navçeya Konakê ve hat dewirgirtin li nûnertiya Çîmentepeyê, bi serdanan didome. 
 
Îro rêveberên DEM Partî ya Odemîş û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) serdana çalakiyê kir û di serdanê de hat diyar kirin ku dê çalakiya xwe bidomînin, heta ku tecrîd ji holê bê rakirin. 
 
Şukriye Tunç, di çalakiyê de bal kişand ser bandora tecrîdê û got: "Tecrîd ne tenê li hemberî Abdullah Ocalan li hemberî tevahiya Gelê Kurd tê meşandin. Heke Abdullah Ocalan azad nebe Gelê Kurd jî azad nabe. Di şexsê Abdullah Ocalan de Gelê Kurd tê tecrîdkirin. Divê Gelê kurd xwedî li hebûna xwe, xwedî li berxwedêrên greva birçîbûnê û xwedî li Nobedên Edaletê derkeve." 
 
Nobeta edaletê bi stranan berdewam kir.