Çalakiyên 'Bi jin jiyan azadiyê ber bi 8'ê Adarê ve' didomin

  • 14:03 4 Adar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiyên 8'ê Adarê li gelek bajaran bi dirûşma “Bi jin jiyan azadiyê ber bi 8’ê Adarê ve” didome. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), piştî starta çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi dirûşma “Bi jin jiyan azadiyê ber bi 8’ê Adarê ve” da, li gelek bajaran plansaziya xwe xist meriyetê. 
 
Wan 
 
Li Wanê ji bo girtiyên jinên ên li Girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê kartên pîrozbahiyê yên 8'ê Adarê hatin şandin. Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a 
Wanê, Neslîhan Şadal, namzetên hevşaredariyê yên navçeyên Rêya Armûş, Artemetê, endamên Komeleya Jinan a STAR, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek jin li avahiya TUHAY-DER'ê kom bûn. 
 
Jinên ku li avahiya komeleyê kartên xwe nivîsandin bi dirûşmeyan ber bi postexanê ve meşiyan, piştre kartên xwe şandin. 
 
Amed
 
Li Amedê jî Komeleya Jinan a Rosayê bi çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê bi jinan re hat gel hevdu û peyamên serhildanê hat dayin. 
 
Komeleya Jinan a Rosayê bi dirûşma “Jin bi mezinkirina tekoşinê re şerê taybet vala derdixînin” li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê bi jinan re hat gel hevdu. Parlamentera DEM Partiyê Sevilay Çelenk, namzeta hevşaredariya Peyasê Bêrîvan Gulşen Sincar û gelek jin tevli çalakiyê bûn. Jin bi cilên xwe yên kurdî tevli çalakiyê bûn û govend gerandin. 
 
Endama Komeleya Jinan a Rosayê Emine Eser li vir da zanîn jinên kurd ne bê alternatîf in û got ew ê wekî komele hîn mezin bibin. 
 
Parlamentera DEM Partiyê Sevilay Çelenk jî got têkoşîna bêhempa jinên kurd didin.
 
Aktivista TJA'yê Gulcihan Şimşek jî da zanîn baş e ew endamên Komeleya Jinan a Rosayê ye û ji jinên girtî re silav şand. 
 
Namzeta hevşaredariya Peyasê Bêrîvan Gulşen Sincar jî da zanîn ji bo saziyên jinan çalak bikin ew ê di nava tevgerê de bin. 
 
Piştre sinevizyona xebatên Rosayê hatin pêşandan û jinan govend gerandin. 
 
Çalakî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû. 
 
Bedlîs
 
TJA û Meclîsa Jinan a DEM Partî ya Bêdlîsê, di çarçoveya 8'ê Adarê de ji girtiyên jin re kart şandin. Jinên ku li avahiya DEM Partî ya Noşînê kom bûn girtiyan re kart nivîsandin û piştî daxuyaniyê kartên xwe şandin. 
 
Hevşaredara Norşînê ya DEM Partiyê Ulfiye Ozcan, bal kişand ser girîngiya 8'ê Adarê û da zanîn ku hêza xwe ji girtiyên jin digirin. 
 
Piştî kart hatin şandin jinan bi dirûşma “Jin jiyan azadî” çalakiya xwe bi dawî kirin. 
 
Şirnex
 
Li Qilabana Şirnexê ji hêla TJA û DEM Partî bernameya 8'ê Adarê hat lidarxistin. Jin bi cilên xwe yên netewî tevlî bernameyê bûn. Di bernameyê de dirûşma “Jin jiyan azadî” hat berzkirin. Di bernameyê de parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan axivî. 
 
Newroz, di destpêka axaftina xwe de 8'ê Adarê li jinan pîroz kir û got: "Jinên kurd heke xwedî li azadiyê derkevin dê azad bibin. Jinên kurd mohra 'Jin jiyan azadî' li ber derê belav kir. 
 
Namzeta Hevşaredariya Qilabanê Ferîde Enderde jî axivî û bal kişand ser pêşengtiya jinan û têkoşîna jinan. 
 
Piştî axaftinan bername bi gerandina govendê bi dawî bû. 
 
Edene 
 
Xebatên hilbijartinê yên Rêxistina Partiya Wekhev û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Edeneyê bênavber didomin. Namzetên hevşaredariyê, di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de li avahiya DEM Partiyê ya navçeya Yuregîrê di xwarina taştê de hatin gel hev. Tevî Hevseroka DEM Partiyê ya Edeneyê Helîn Kaya, namzeta hevşaredariyê ya Bajarê Mezin Arîfe Çinar û namzeta Yuregîrê Şukran Efeturk û gelek jinên din beşdarî çalakiyê bûn. 
  
Di çalakiyê de jinan bal kişandin ser girîngiya 8’ê Adarê û diyar kirin ku girîngiyeke dîrokî ya hilbijartinên 31’ê Adarê heye. Namzet Arîfe Çinar behsa zexta pergala mêrê serdest a li ser jinan û têkoşîna jinan a li dijî vê zextê kir û ev tişt anî ziman: “Ji bo ku xwe û bajarê xwe birêve bibin, divê jin ji her kesî bêhtir di nava xebatên hilbijartinê de cih bigirin. Em ê bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ bi ser kevin.”
 
Mêrsîn 
 
Platforma Jinan a Mêrsînê û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di çarçoveya xebatên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de ji girtiyên jin re qert şandin. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrsînê Perîhan Koca û namzeta hevşaredariyê ya Akdenîzê Nûriye Arslan jî tev li çalakiyê bûn. 
 
Endama Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’ê Zeynep Kaya beriya şandina qertan daxuyanî da û got ku hemû jinên ji bo jin û mirovahiyê têdikoşin tên girtin û rastî her cureyên tundiyê tên. Zeynep, destnîşan kir ku tevî hemû êrişan jî dê ji têkoşîna jinan paşvegavê neavêjin û wiha domand: “Jinên ku carnan di nava berxwedana fiîlî û carnan jî di grevên birçîbûnê de cih digirin tu caran ji têkoşîna xwe tawîz nadin. Li dijî polîtîkaya necezakirinê ya dewletê, em jin dê dev ji parastina xwe ya cewherî bernedin. Weke jinên li derve, em dibêjin ku piştevaniya me ya bi jinên girtî re didome û em jî di nava têkoşîna hevpar de ne.” 
 
Piştî daxuyaniyê jî jinan qertên ku peyam li ser nivîsandibûn şandin girtîgehan. 
 
Antalya 
 
Endamên Platforma Jinan a Antalyayê jî bernameya xwe ya 8’ê Adarê bi daxuyaniyekê eşkere kir. Daxuyanî li avahiya Şaxa Egîtîm Senê hate dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dê di 5’ê Adarê roja sêşemê saet di 14.00’an de çalakiya “Jinên Halkevcî li atolyeya pankartê tên gel hev” li dar bixin, di 10’ê adarê de ji hêla Tevgera Femînîst a Çep ve li Parka Aydin Kanza çalakiya danîna şitlan bê lidarxistin. Metna daxuyaniyê li ser navê platformê Tugçu Duru xwend. Tugçu dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Piştî daxuyaniyê, endamên platformê li Postexaneya Gullukê ji bo jinên girtî qert şandin. Li pêşiya Postaxaneyê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de Rêvebera Şaxa ÎHD’a Antalyayê parêzer Ezgî Akbaş Akti axivî û binpêkirinên li girtîgehan vegot.