Zarokên wê bûn çavkaniya wêrekiya wê

  • 09:03 4 Adar 2024
  • Rojane
 
AMED - Emîne Al diyar kir ku li dijî civaka feodal bi zarokên xwe re têkoşîn fêr bûye û got: “Ez bang li hemû jinan dikim. Bila serî netewînin. Ji ber ku berê bêdeng mam poşmanim. Xwezî min berê serî hilbidana û bigota ‘Ez jin im, xwe nas bikim."
 
Jin li malê, dibistanna, kargeriyan, kolanan têkoşîna xwe bi 8’ê Adaran mezin dikin. Jin her sal di 8’ê Adarê de hêza xwe ya rêxistinkirî nîşan didin û dadikevin qadan. Jinên Kurd ku  bi nasnameya etnîk û zayendî hedef tên girtin bi reng û  dirûşmên xwe li qadan cih digirn. Jinên kurd di seranserê dîroka komarê ku bi zextan re hatin rû hev, li dijî her cureyên polîtîkayên şerê taybet li ber xwe dan û dengê xwe dan bihistin. Emîne Al yek  ji van jinan e. Em Emîne Al bi têkoşîna ji bo keça xwe ya girtî Gulîstan Al da nas dikin.
 
Jiyana wê bi zor û zehmetiyan derbas bû
 
Emîne li gundê Terbil a Çermûga Amedê tê dinê. 8 xwişk û bira ne. 16 salî tê zewicandin. Emîne wiha dibêje: “Dema ez zewacandim fikra min nepirsîn. Berê ji kesî fikr nedipirsîn. Hatin ez xwestim. Bavê min min da. 16 salî bûm dayik. Keçek min çêbû. Niha 4 keç û 2 kurên min hene. Zarokatiya min zehmet derbas bû. Min şivantî kir. Ez mezim bûm jî min zehmetî kişandin."
 
‘Min cesaret ji zarokên xwe girt’
 
Emîneyê destnîşan kir ku  ligel xizaniyê zarokên wê li ser hev hatine dinê û got: “Ez hem dixebitîm hem jî min li zarokan dinêrt. Me bizin didotin. Heta nîvro dixebitim û zarok li ser milê min bûn. Piştî nîvro me xwarin amade dikir. Me piştre pez dibir diçêrand. Me pembo kom dikir. Mafê me tunebû em derdên xwe jî bêjin. Axaftin ji me re qedexe bû. Jinên wisa bila serî rakin. Bêdeng nemînin. Me mafên xwe nizanibûn, me nedipirsî. Heta ku zarokên min tevli vê tevgerê bûn min mafên xwe nepirsîn. Min ji zarokên xwe cesaret girt.”
 
‘Ez dixebitîm min pere dişand’
 
Emîneyê da zanîn ku di salên 2000’î de bar kirine Antalyayayê û li wir ji bo zarokên xwe bide xwendin hewl daye. Emîneyê wiha dirêjî daye: “Em ewil ji Çermûgê hatin Amedê û li çewlîkê man. Piştre em vegeriyan gund di axur de man. Ji ber mala me tune bû. Keça ku zaroka min ya herî mezin bû 13 aslî bû. Em xizan bûn. Em çûn Antalyayê. Ez û zarokên xwe di seraya kulîlkan de xebitîn. Piştre min zarokên xwe şandin dibistanê. 3 zarokên min çûn zanîngehê. Kurê min çû Ispartayê, Gulîstan çû Meletiyê. Ez dixebitîm min pere ji wan re dişand. Wê demê tevli tevgerê bûn. Em vegeriyan Amedê min dest ji xebatê berda. Ez ji bo girtîgehan dixebitîm. Çi ji destê min bihata min dikir.”
 
‘Ez niha li ser şopa wan im’
 
Emîneyê wiha dawî lê anî: “Zarokên min di zanîngehê de ji ber nasnameyên xwe bi zextan re hatin rû hev. Min jî ji bo zarokên xwe dest bi têkoşînê kir. Kurê min çû zanîngeha Suleyman Demîrel ya Ispartayê. Li yurdê dima. Her şev al didan ser nivîna wî. Bi zilma wan zarokên min tevli vê tevgerê bûn. Ew neçarî vê kirin. Gulîstan jî wisa bû. Li Meletiyê dixwend.Wan zilm qebûl nekir. Ez şopdarê wan im. Çi ji destê min bê ez dikim. Ez bi cesareta wan ji malê derketim. Ez bang li hemû jinan dikim. Bila serî hildin. Bila bêdeng nemînin. Serî netewînin.”