Pirsgirêkên ku bi pênûsa xwe nivîsandî dê niha jî çareser bike!

  • 09:02 3 Adar 2024
  • Ramyarî
 
Elfazî Toral
 
MÛŞ - Namzeta Hevşaredariya DEM Partî ya Malazgîrê Gulistan Ozel, diyar kir ku wê ji bo îfadekirina serpêhatiyên jin û gelên wan rojnamegerî hilbijart û niha jî weke hevserokatiyê wê bixebite ku jin bibe xwedî bi gotin. 
 
Ji hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê re kêm roj ma, namzetên partiyên siyasî xebatên xwe didomînin. Li Malazgîra Mûşê jî xebatên namzetên DEM Partiyê didomin. Di hilbijartina sala 2014'an de Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) 3 hezar 343 deng girt û bi ser ket. Di sala 2019'an de jî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 9 hezar 159 deng girt û bi ser ket. Lê AKP şaredariyê desteser kir. Şêniyên Malazgîrê bi xebatên xwe diyar kirin ku dê di hilbijartina 31'ê Adarê de bi DEM Partiyê bi ser kevin. 
 
Namzeta hevşaredariyê ya Malazgîra Mûşê Gulistan Ozel, derbarê xebat û armancên xwe de ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî. 
 
'Ez dikarim çi bikim?'
 
Gulîstan, rojnamevaneke 24 salî û zaroka malbateke xebatkar û welatparêz e. Gulîstan a ku ji Zanîngeha Marmarayê beşa rojnamegeriyê qedandiye xwe bi gotina "Ez di vê têkoşînê de ji dayik bûm" pênase dike. Gulîstan a ku bi salan ji aliyê dewletê ve rastî cudakariyê hat, ji ber polîtîkayên êriş û qetlîamên dewletê yên li ser Gelê Kurd, di temenekî pir biçûk de têkoşînê nas dike. Komkujiyên dewletê yên li hemberî malbata xwe bi van gotinan tîne ziman: "Min di temenekî biçûk de dest bi lêpirsînê kir. Dema ku ez vê yekê fêm bikim ez dikarim çi bikim? Min fikra ku ez çawa dikarim vê têkoşînê bilind bikim û zindî bihêlim pêşxist û ez bû namzet." 
 
Dê bibe dengê gelê xwe 
 
Gulistan diyar kir ku bi nasnameya jin û rojnamegeriyê berê xwe da gelê xwe û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ji bo bibim dengê gelê xwe bûm rojnameger. Min têkoşîna xwe li herêma xwe da destpêkirin. Piştî ku di pêşhilbijartinê de bi ser dikeve dest bi xebatan dike." 
 
Gulistan wiha bal kişand ser pirsgirêkên Malazgirê: "Piştî ku qeyûm hat tayînkirin zîhniyeta înkar li pêş ket ziman, çand hat înkarkirin. Wekî li her derê li vir jî hişmendiya feodal serdest e. Ji ber vê sedemê jî jin bêtir li paşve dimînin. Ez bi namzetiya xwe dixwazim bibim pêşeng ji jinan re. Li navçeyê qadên jiyanê yên jinan nîne. Em armanc dikin ku piştî em bi ser ketin em ê hewl bidin ku qadên jiyanê ji bo jinan avabikin. Ji bo jinan projeyên me hene. Jin dê bibin kirdeya civaka Mazlazgîr e."
 
Pergala hevserokatiyê
 
Gulîstan, di axaftina xwe de wiha behsa bandora pergala hevserokatiyê kir: "Dema dibêjin şaredarî mêr tê bîra her kesî. Lê bi pergala hevserokatiyê ya DEM Partî ev yek ji holê radibe. Bi hevserokatiyê temsîliyeta wekhev li pêş dikeve. Li cîhanê re dibe mînak. Li vir gotina jinan tê qebûlkirin, jiyan rengîn dibe û bêtir hêz mezin dibe."
 
'Li cihê ku nîvco mayê bidomînim'
 
Gulîstan, destnîşan kir ku îro pirsgirêkên navçeyê nehatine çareserkirin û got: "Em ê hewl bidin ku pirsgirêkan çareser bikin. Em ê mal bi mal bigerin û xwe bighînin her kesî. Em ê ji bo çareseriya pirsgirêkan rê û rêbazan biafirînin. Em ê hişmendiya ku gel dibîne û xizmetê dide gel biafirînin. Salên borî ji bo jinan gelek projeyên partiyên me hebûn. Piştî ku qeyûm hat tayînkirin hemû hatin betalkirin. Em ê li cihê ku nivco mayî bidomînin. Em ê ji bo jinên ciwan qadên nû vekin. Em ê hewl bidin ku xwe bighînin hemû beşên civakê."