Jin li Hesekê bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ meşiyan

  • 22:06 2 Adar 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya nêzbûna 8’ê Adarê ya Roja Jinan a Cîhanî meşek girseyî li dar xist.
 
Di çarçoveya rêzeçalakiyên 8’ê Adarê de ku 24’ê Sibatê ji aliyê Platforuma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat ragihandin, bi pêşengiya Yekîtina Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinên ciwan ên Hesekê meşekî girseyî li dar xistin.
 
Meşvan alên Yekîtiya Jinên Ciwan, wêneyên Bişeng Birûsk û endama Rêveberiya Komalên Jinên Ciwan-Komalên Ciwan Sara Hogir Riha ku di 28'ê Tîrmeha 2023'yan de di encama êrişên hewayî yên dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dan û pankartên bi nivîsa Jin Jiyan Azadî hilgirtin. Meş li ber çarxereya Nisir a taxa Ezîziyê des pê kir û li ber stadyuma li taxa Miftî bi daxuyaniyekê bi dawî bû.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin, endama Koordînasyona Yekîtiya Jinên Ciwan a Rojava û Sûrî Nadiya Yûsif 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û wiha got: “Di şexsê Şehîd Bişeng û Sara hemû şehîdên azadiyê bibîr tînin. Wekî her sal di vê salê de em 8’ê Adarê di bin êrişan de û bi berxwedaniya jinan pêşwazî dikin. 8’ê Adarê peyameke ku em dixwazin bêjin zihniyeta ku dixwaze jin tê de bike kole û ne heqî li ser bimeşîne nayê qebûlkirin. Em bi vê hişmendiyê zanist û azadiya jinê hene û kes nikare me tune bike. Jin bingeha avakirina civakê ye lewma bi zanista jina azad wê civakek exlaqî û polîtîk were avakirin. Bi rihê 8’ê Adarê em ê zanista xwe pêşbixin û rê li ber hemû cureyên şidetê bigirin.”
 
Meş bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.