Ji Dêrikê bang kirin: Em ê berxwedana xwe bidomînin

  • 15:55 2 Adar 2024
  • Rojane
 
 
MÊRDÎN - Bi pêşengiya Platforma Jinan a Şahmaranê li Dêrikê bi minasebeta 8'ê Adarê daxuyaniyek hat dayîn. Jinan di daxuyaniyê de peyama mezinkirin berxwedanê dan. 
 
Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê bi pêşengiya Platforma Jinan a Şahmaran bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniya li Qada Arçelîkê hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta "Em ê li cem jin û zarokan bin li dijî tarîtiyê, em ê pergala serdest a mêr hilweşînin" vekirin. Aktîvîstên Tevgare Jinên Azad (TJA), Egîtîm-Sen û Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) di daxuyaniyê de amade bûn. Daxuyanî ji hêla Turkan Gundogdu ve hat xwendin.  daxuyanî xwend.
 
Di daxuyaniyê şîdeta li hemberî jinan hat vegotin banga berxwedanê hat kirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku dê li dijî polîtîkayên bêceza hiştinê li ber xwe bidin û hêza xwe mezin bikin, ji bo azadî û wekheviyê têkoşîna xwe mezin bikin. 
 
Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.