Li Bazîdê ji bo şahiya 8'ê Adarê belavok hatin belavkirin

  • 15:19 2 Adar 2024
  • Rojane
 
 
AGIRÎ - Li Bazîdê şahiya jinan a ku bi mebesta 8’ê Adarê sibê bê lidarxistin, li navenda navçeyê belavok hat belavkirin û jin ji bo şahiyê hatin vexwendin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bi mebesta 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê sibê di saet 13.00’an de li ber buroya hilbijartinê ya li Ceda Înegolê şahiya jinan ku bê lidarxistin belavok belav kirin. Parlamentera DEM Partî ya Agiriyê Nejla Demîr û rêxistina DEM Partî ya Bazîdê tevlî belavkirina belavokan bûn.
 
Ji avahiya navçeyê li hemû kolanan bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” belavok hat belavkirin û jin ji bo şahiyê hatin vexwendin. Welatiyên li derdorê bi nîşaneya serkeftinê piştgirî dan.