Li Şakranê bi ser qawişa girtiyên jin de girtin

  • 14:13 2 Adar 2024
  • Rojane
 
 
ÎZMÎR - Hat zanîn ku di nava mehekê de 3 caran gardiyanên mêr jî di nav de avêtine ser qawîşa jinên girtî ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakranê dimînin û ziyanê dane tiştên wan.
 
Li qawişên girtiyên jin li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakranê di nava  mehekê de 3 caran bi ser qawîşan de hat girtin. Hat zanîn ku di serdegirtinan de gardiyanên mêr jî hebûne. Her wiha hat zanîn ku tiştên taybet ên girtiyan avêtine erdê û anîne halê ku neyên bikaranîn û dest danîne ser hinek tiştan.
 
Der barê serdegirtinê de jinên girtî agahî dan malbatên xwe, bertek nîşanî ketina gardiyanên mêr a nava qawîşê dan û diyar kirin ku rastî heqaret û nêzîkatiyên xirab hatine. Bavê yek ji girtiyan Dîlan Karakoç Ekrem Karakoç der barê hevdîtina bi keça xwe re kiriye de wiha got: “Tiştên wan ên taybet anîne halê neyên bikaranîn. Heta ziyan gihîştandine xwarina wan. Ecêb e ku gardiyanên mêr jî ketine qawîşan. Li dijî 12 girtiyan 40 gardiyan ketine qawîşê. Gardiyanên mêr li dijî girtiyan gotinên nebaş gotine. Li girtîgehê gelek zext hene, pir bi ser wan ve diçin. Heta bi ser me de jî tên. Dereng tînin hevdîtinan û dema em bertek nîşan didin bi ser me de diqîrin. Ewqas pîs bûne. Dema vê li me dikin, di hindir de çi diqewime em naxwazin bifikirin.”
 
Destûrê nadin girtiyên din bi telefonê biaxivin
 
Ekrem Karakoç da zanîn ku hema bibêje cezayê qedexeya telefonê dane hemû girtiyan û wiha got: “Cezayê 3 mehan ê qedexeya telefonê dane keça min. Lê belê ji ber neketiye meriyetê em duh axivîn. Destûrê nadin girtiyên din bi telefonê biaxivin. Hinceta wan jî ew e ku bi telefonên li ser navê wan ne qeydkirî diaxivin. Heta qedexeyê tînin ser kesên din ên di nava heman malê de diaxivin. Tenê di hiqûqa dijminahiyê de jî tiştekî wiha hebe.”
 
Ekrem Karakoç xwest li girtiyan xwedî derbikevin û diyar kir ku xizmên girtiyan hewl didin vê yekê tehemul bikin.