Kongra Star ji bo 8’ê Adarê civînek li dar xist

  • 14:08 2 Adar 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bin dirûşma "Bi vîna jinên azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin” Kongra Star a bajarê Hesekê civînek berfireh li dar xist.
 
Bi hatina 8’Adarê Roja ji îro Kcîhanî ya jinên kedkar Star civînek berfireh der barê dîroka 8'ê Adarê ji bo jinên kedkar û saziyên civaka sivîl li hola TEV-DEM’ê ya taxa Til Hecer li dar xist.
 
Civîn ji aliyê endama rêveberiya Kongra Star a bajarê Hesekê Helebça Ehmed ve hat birêvebirin.
 
Helebça Ehmed behsa dîroka 8'Adarê kir û wiha anî ziman: "Di dîrokê de roja 8'ê Adara 1857’an li Emerîkayê li eyaleta New Yorkê nêzî 40 hezar jin ji bo ku şertê xebata wan baş bibe dest bi grevê dikin û daxwaza seatê wan a kar bibe 8 seat û heqdestiyek wekhev ji wan re were dayîn dikin. Lê piştî wê di encama girevê de kargeha jinan tê şewitandin û bi qasî 129 jin di şewatê de jiyana xwe ji dest didin. Piştî ev bûyer qewimî, li hemberî wê serhildan çêbûn di sala 1857’an de Neteweyên Yekbûyî roja 8'ê Adarê weke Roja Jinên Kedkarên Cîhanê pejirand."
 
‘Parastina destkeftiyan erka hemû jinan a sereke ye'
 
Endama Tevgera Civaka Demokratîk Silava Ehmed jî teqez kir ku têkoşîna jinan ji dîrokê ve heya roja iro berdewam dike û wiha got: "Jin di dîrokê de heya roja îro xwedî mîrasek mezin a berxwedanî, têkoşîn û îradeyê ne. Îro şoreşa Rojava, li ser bingeha destkeftiyên 1857’an xwe didomîne. Ji bo wê jî em dibînin ku destkeftiyên pîroz ku îro bi keda jinan hatine bidestxistin encama ked û têkoşîneke mezin a jinan e. Lewma parastina destkeftiyan erka hemû jinan a sereke ye."