Qurnefîlên ku li ser 'Dawî li tecrîdê bînin' hatî nivîsandin avêtin Çemê Firatê

  • 13:52 2 Adar 2024
  • Rojane
 
 
RIHA - Di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de TJA, qurnefîlên ku bi nîşeyên “Dawî li tecrîdê bînin û aştî biaxife" nivîsî avêtin Çem Firatê. 
 
Ji bo balê bikişîne ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û greva birçîbûnê ya li girtîgehan û li Çemê Firatê ya li ser sînorê Riha û Semsûrê nîşeyên ku "Bila tecrîd rabe û aştî biaxife" bi qurnefîlan ve girêdan avêtin avê. Girseya ku di nav de siyasetmedar û nûnerên saziyan heyî heta Pira Karababayê bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” meşiyan. Li ser pirê pankarta “Dawî li tecrîdê bînin, bila aştî biaxife" vekirin. 
 
Her wiha jinan li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Hewagê şahiyeke jinan li darxist. Di şahiyê de behsa dîroka 8'ê Adarê û berxwedana jinan hat kirin. 
 
Di şahiyê de dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hat berzkirin û bi gerandina govendê jî şahî bi dawî bû.