‘Naxwazin dengê Serokatiyê bê bihistin'

  • 09:14 2 Adar 2024
  • Rojane
 
 
 
Pelşîn Çetînkaya
 
ÊLIH - Çalakiyên Nobeda Edaletê ya ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatî destpêkirin li 8 bajaran didome. Dayikên ku nobedê digirin gotin: "Heke Serokatî azad nebe kes azad nabe. Dê heta azadiyê jî berxwedana xwe bidomînin. 
 
Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan komploya navneteweyî dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Rêberê PKK’ê ji wê rojê ve li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. 36 meh in tu gahî jê nayê girtin. Li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Abdullah Ocalan di 10'ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" kampanya hat destpêkirin. Di 27'ê Mijdarê de jî li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê grevên birçîbûne bi heman dirûşmê hat destpêkirin. Bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li Wan, Amed, Mêrdîn, Êlih, Mêrsîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê jî bi heman armancê çalakiya "Nobeda Edaletê" hat destpêkirin. 
 
Çalakiya Nobeda Edaletê li Amedê bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) ve hat destpêkirin, li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Rezana Amedê didome. Dayikên ku nobedê digirin her roj pêşmalkên li ser "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" hatî nivîsandin li xwe dikin û dest bi çalakiyê dikin. 
 
Dayikên ku tevlî nobedê bûna ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn. 
 
'Zarok jî ji tecrîdê bi bandor bûne'
 
Elîf Tulukmur, da zanîn ku divê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan muxatab bê girtin û wiha bi lêv kir: "Mifte di destê Serokatiyê de ye. Mifteya aştiyê di destê wî de ye. Heke Rêber Apo muxatab bê girtin û bê guhdarkirin dê vê demê her kes jî azad bibe. Lê belê kesekî bi wijdan nîne ku ji şer re bêje na. Em çend ji zarokên xwe re qala tecrîdê nekin jî zarok dizanin. Ji ber ku dema dengê ambulansê bêjî dibêjin 'Polîs hat polîs' ditirsin û tên li malê xwe vedişêrin. Ev rêbazeke tecrîdê ye û bandorê li zarokên me dike. Zarokên me ji niha ve girtî ne. Lê belê heke em bibin yek em dikarin tecrîdê têk bibin." 
 
'Li derê tecrîd heye'
 
Huriye Acar, banga rakirina tecrîdê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tecrîd tê wateya mirin, kuştin e û divê bê rakirin. Em naxwazin kesek jiyana xwe dest bide. Divê tecrîda li ser Serokatiya me û girtiyên me bê bidawîkirin. Li her derê jiyana me tecrîd heye. Em gel in û em mafê xwe dixwazin. Her wiha heke tecrîda li hemberî Serokê me rabe dê tecrîda li ser me jî rabe."
 
'Welatiyên xwe dide kuştin'
 
Herdem, Koçer, ban li Gelê Kurd kir û got: "Serokatî çiyayê edaletê ye. Hêviya me bi wî heye. Em hêvî dikin dê aştî û azadiyê bîne. Ji ber ku kesekî adilane ye dengê wî qut kirin. Dema li başûrê Kurdistanê hikûmeta kurd hat avakirin Mesûd Barzanî got 'Ez ê li cem kurdan cih bigirim' lê niha tiştek wisa nîne. Mesût Barzanî kurd e lê li cem Erdogan cih digire û tehemûlê kurdan nake. Li welatê xwe jin û şêniyên xwe radestî Dewleta Tirk dike û dide kuştin. Li gorî min ev ne kurd in. Bila şerm bike ji halê xwe." 
 
'Kesên ku tecrîdê dibînin çawa dikarin bijîn'
 
Şukran Akkurt jî wekî jinên din banga rakirina tecrîdê kir û wiha bi lêv kir: "Ez bêdengiya li hemberî tecrîdê şermezar dikim. Heke tecrîda li hember Serokê me têk neçe dê li ser me jî têk neçe. Niha hemû cîhan ji tecrîdê agahdar e. Em ji bo edaletê li vir in. Kesên ku vê tecrîdê dibînin çawa dikarin bijîn."