Namzet Aryan Dogan: Em ê xizmeteke wekhev bidin hemû welatiyan

  • 09:06 2 Adar 2024
  • Ramyarî
 
 
Elfazî Toral
 
MÛŞ - Namzeta Hevşeredariya DEM Partî ya Kopê Aryan Dogan, di axaftina xwe de bal kişad ser kirinên qeyûm û got: " Em ê beyî ku cudakariya ol, netew, zayend û mezhep bikin xebatên xwe bidomînin. Em ê xizmetê bidin hemû şêniyên navçeyê. Em cudakariyê di navbera hilbijêran de jî nakin. Em banga yekitiyê li jin û gelê xwe dikin." 
 
Xebatên hilbijartina herêmî ya ku dê di 31'ê Adarê de bê lidarxistin didomin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî diyarkirina namzetan li bajarok, navçe û bajaran lêz da xebatên xwe. Cihê ku ji bo kurdan girîng navçeya Kop a Mûşê ye. Cara ewilî qeyûm tayînê şaredariya Kopê kiribûn. Piştî tayînkirina qeyûm li navçeyê xebatên ku ji hêla şaredariyên Partiya Demokratîk a Gel (HDP) hatin kirin hatin betalkirin û rê bi ber xebatên civakî hatin girtin. 
 
Namzeta Hevşeredariya DEM Partî ya Kopê Aryan Dogan, ji ajansa me re axivî û bal kişand ser xebatên xwe. 
 
'Hewcedariyên gel girîng in' 
 
Aryan, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pirsgirêkên sereke yên Kopê û got: "Bi taybetî li vir pirsgirêka binesaziyê, ceyran, av, rê û gaza xwezayî heye. Heke cihê ku ev pirsgirêk hebin tu çend avahiyên luks çêkî jî nabe. Divê serê ewilî pirsgiriêkên gel bên berçavgirtin û li gorî vê polîtîka bên hilberandin." 
 
Guh bidin jin û ciwanan
 
Aryan, destnîşan kir ku jin û ciwan di hêla îstîhdamê de gelek pirsgirêkan dijîn û wiha bi lêv kir: "Li ser vê mijarê dê xebatên taybet bidin meşandin. Ev yek bi rastî zehmet e û em ê li gorî daxwazên gel plansaziyek çêkin. Em ê ji bo jin û ciwanan projeyên îstîhdamê pêş bixin. Bi taybetî jî guh bidin wan." 
 
‘Qeyûm li dijî vîna gel tevdigere' 
 
Aryan, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser polîtîkayên qeyûman: "Qeyûm ne tenê li hemberî xizmetê li hemberî vîna gel bêhurmetiyê dike. Bi vî rengî xizmetê nade. Tekane armanca qeyûm astengkirina wekhevî, azadî û demokrasiyê ye. Rêveberiyeke îllegal e. Li hemberî vîna gel tevdigere. Niha pirsgirêkên ku tên jiyîn ji ber polîtîkayên qeyûmê pêk tê."
 
'Di xebatan de cudakariyê nakin'
 
Aryan, daxuyand ku dê ji bo temsîliyetê û ji bo jinan dê xebatan bidin meşandin û wiha bi lêv kir: "Ji bo jin bibe xwedî gotin, xwedî biryarê, xwedî vîna xwe dê mekanîzmayên xwe berfireh bikin. Projeyên me ya ku em bi hev re bimeşin û bi hev re bi rêve bibin hene. Em ê li dijî şîdetê têkoşîna xwe mezin bikin, navendên jiyanê û kooperatîfan bixin xizmeta jinan. Her wiha li dijî mekanîzmayên tirsê yên îktîdarê jî berxwedanê li pêş bixin. Helwesta me ya li hemberî polîtîkayên qeyûman diyar e. Em ê beyî ku cudakariya ol, netew, zayend û mezhep bikin xebatên xwe bidomînin. Em ê xizmetê bidin hemû şêniyên navçeyê. Em cudakariyê di navbera hilbijêran de nakin."
 
Aryen, destnîşan kir ku dê bi nêrîna demokrasiya herêmî projeyên xwe bixin meriyetê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di sala 1999'an heta niha her tim şaredarî di destê gel de bû tu carî partiyên pergalê li vir bi ser neketin. Her tim em bûn yekem. 2 car in li vir qeyûm tê tayînkirin û polîtîkayên qeyûm serdest in. Li vir ji bo gel tu xizmetek nehatiye kirin. Ne ji bo jin û ne jî ji bo ciwanan tiştek nehatiye kirin. Em ê bi hev re têkoşîna xwe bidomînin, li qadan bêtir aktîf bin. Ji bo azadî û wekheviyê jî her di nav hewldanan de bin." 
 
Aryan Dogan kî ye?
 
Aryan Dogan di sala 1996'an de li gundê Gunyuzû yê Kopê ya Mûşê ji dayik bûye. Aryen piştî ku dibistana seretayî û navîn û lîseyê li Kopê qedand, ji Zanîngeha Kafkasê, Beşa Aboriyê, ji Zanîngeha Stenbolê, Beşa Pêşketina Zarokan jî mezûn bû. Aryen ku di salên zanîngehê de jiyana xwe bi xwendekarên welatparêz re parve kir, bi ciwanan re gelek lêkolînan dike. Piştre di nava siyasetê de cih digire.