ROJEVA 02'YÊ ADARA 2024'AN

  • 09:00 2 Adar 2024
  • Rojev
 
* Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Sultan Yildiztan, bal kişand ser berxwedana jinên kurd û got: "Bi hezaran hevalên me bûn pêşengên şoreşa jinên kurd. Em jî îro li ser xet, doz û rêya wan dimeşîn. Heke li cihekî jinek hat qetilkirin, lêdan xwar, destdirêjî lê hat kirin, îşkence lê hat kirin û mafê wê hat îhlalkirin dibe sedema têkoşîna me ya jinên kurd.”  BI DÎMEN 
 
*Li Agirî û navçeyên wê ji ber qeyrana aborî şert û mercên jiyanê dijwar dibin û AKP ya ku 19 sal û nîv e şaredariyê bi rê ve dibe, ji bo gel tiştek nekiriye. Li aliyê din hat diyarkirin ku li Agirî û navçeyên wê nêzî 50 hezar kes ji ber bêkariyê koçberî dervê welat bûne.
 
* Namzeta Hevşeredariya DEM Partî ya Kopê Aryan Dogan, di axaftina xwe de bal kişad ser kirinên qeyûm û got: "Em ê beyî ku cudakariya ol, netew, zayend û mezhep bikin xebatên xwe bidomînin. Em ê xizmetê bidin hemû şêniyên navçeyê. Em cudakariyê di navbera hilbijêran de jî nakin. Em banga yekitiyê li jin û gelê xwe dikin."  BI DÎMEN
 
*Dema ku em ber bi 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ve diçûn, me li çîroka jiyana Remziye Odungit guhdarî kir. Remziye got, “Ger mirov dest bi têkoşînê bike, di jiyana mirov de her tişt diguhere. Jin bi têkoşînê ji zilm û zordariyê xilas dibin." DÎMEN HEYE 
 
*Çalakiyên Nobeda Edaletê ya ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatî destpêkirin li 8 bajaran didome. Dayikên ku nobedê digirin gotin: "Heke Serokatî azad nebe kes azad nabe. Dê heta azadiyê jî berxwedana xwe bidomînin. BI DÎMEN 
 
*Jinên ku dibêjin qeyrana aborî di hemû qadên jiyanê de hîs dikin û ev yek bandorê li hemû jiyana wan dike, diyar kirin ku sedema vê krîzê polîtîkayên dewletê ne. DÎMEN HEYE
 
*Jinên ji Îzmîrê diyar kirin ku qirkirina jinê û şîdeta li ser jinê bêceza dimîne, diyar kirin ku daraz alîgir e û bal kişandin ser girîngiya Peymana Stenbolê. BI DÎMEN