‘Dê nobeta me bidome‘

  • 19:33 1 Adar 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatên girtiyan ên bi daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêkar kurd Nobeta Edaletê digirin, destnîşan kir ku heta daxwazên wan neyên bicihanîn dê çalakiya wan berdewam bike.
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ku xizmên girtiyan bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk daye destpêkirin li gelek bajaran berdewam kir. 
 
Mêrsîn
 
Nobeta Edaletê ya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 88’emîn de hate berdewam kirin. Gelek kes tev li çalakiya di avahiyê komeleyê de tê lidarxistin bûn. Endamên Komîsyona Jinan a Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) îro serdana çalakiyê kirin. Di nobetê de gelek caran dirûşma “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin. Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Emîne Eren di çalakiyê de axivî û got: “Daxwaza me rakirina tecrîda ser birêz Abdullah Ocalan e. Heye ku bi Serokatiyê re hevdîtinek neyê pêkanîn dê Nobeta Edaletê dom bike.” 
 
Di nobetê de dengbêj Ramazan Eren li gel Dayikên Aştiyê klam gotin. 
 
Êlih
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya TUAY-DER’ê li Êlihê hatiye destpêkirin di roja 30’an de li avahiya DBP’a Bajêr dom kir. Endam û rêveberên ÎHD’ê yên ku her roja îna ewil a mehê “Nobeta Aştiyê” digirin piştgiriya çalakiyê kirin. Partiyên siyasî û nûnerên saziyên sivîl ên civakî yên li bajêr jî ji bo piştgiriyê serdana çalakiyê kirin. Di nobetê de her tim dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” hatin berzkirin. Çalakiya nobetê bi stranên hatin gotin berdewam kir.