Tax bi tax DEM Partî

  • 19:22 1 Adar 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN – Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de îro DEM Partî, li gelek navendan hevdîtinên gel pêk anîn û buroyên hilbijartinê vekirin. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), îro jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li gelek navendan çalakiyên cur bi cur li dar xistin. 
 
Dîlok
 
Namzetan li Dîlokê bi xebatkarên çapemeniyê re hatin cem hev. Gelek kes beşdarî civîna ku li oteleke bajêr hat lidarxistin bûn. Di bernameyê de namzetên Hevşaredariyê yên Şaredariya Dîlokê yên DEM Partiyê Ayfer Yilmazer û Selman Tûtûmlû axivîn û da zanîn ku desthilat bi "zîhniyeta tekparêz" herêmê bi rê ve dibe û got: "Em ê li dijî vê zîhniyeta tekparêz polîtîkayan bimeşînin. Em ê kreşên ku perwerdeya bi zimanê dayikê didin û li dijî îstîsmarê têbikoşin vekin. Em ê li dijî zewaca zarokan têbikoşin. Em ê li dijî tiryakê têbikoşin. Em ê meclisên jinan ava bikin.
 
Erzirom
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Qereçoban a Erziromê di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan de buroya hilbijartinê ya jinan vekir. Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Erziromê Gulderen Varli, namzeta Hevşariyê ya Qereçobanê Zelal Yîgît û endamên partiyê beşdarî vekirinê bûn. Di bernameyê de ku ji aliyê gel ve rastî eleqeyek mezin hat, jinan bi coş govend gerand.
 
Gulderen Varli li ber buroya jinan a DEM Partiyê xîtabî jinan kir û silav ji Namzeta Hevşariyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê ya DEM Partiyê Gultan Kişanakê re şand ku 7 sal in bi awayekî derhiqûqî dîl tê girtin. Gulderen got: “Gultan Kişanak 7 sal in bi awayekî derqanûnî dîl tê girtin. Jin li vî welatî xwedî îrade ne û tên paşguhkirin. Divê her kes bizane ger jin hebe jiyan jî heye."
 
Jinan dirûşmeyên "Jin, Jiyan, Azadî" berz kirin û Qerecobanê Zelal Yîgîtê jî gel silav kir.
 
Piştî vekirinê girse bi coş çû serdana buroya hilbijartinê.
 
Bedlîs
 
DEM Partiyê li Xana Zilfoyê buroya xwe ya hilbijartinê vekir. Gelek kes beşdarî vekirinê bûn. Namzetên Hevşariyê yên Şaredariya Bedlîsê yên DEM Partiyê Farûk Îşlek û Sumeyye Kizilkaya û parlementer Huseyîn Olan jî beşdarî vekirinê bûn. Di merasîma vekirinê ya bi coş de welatiyan demeke dirêj govend gerand.
 
Wan
 
Li Taxa Çîçeklî ya navçeya Artemêtanê ya Wanê buroya hilbijartinê hat vekirin. Parlementerê DEM Partiyê yê Wanê Mahmut Dîndar jî beşdarî vekirinê bû. Di vekirinê de bênavber dirûşmeyên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.
 
Parlementerê DEM Partiyê Dîndar got: "Di vê hilbijartinê de divê em bersiveke tund bidin qeyûman. Her kes dizane em çi dixwazin. Em rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 25 sal in di bin tecrîdê de tê ragirtin dixwazin. Birêz Ocalan rêberê vî gelî ye. Armanca me azadiya fizîkî ya birêz Ocalan e."
 
Namzetên Hevşaredariyê Rabîa Başak Koç û Cemîl Komî jî kesên beşdarî çalakiyê bûn silav kirin.
 
Riha
 
Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin a Rihayê yê DEM Partiyê Celaledîn Erkmen û namzetê Hevşaredariyê yê Eyyûbiyê Halîl Akbaş li navçeya Eyyûbiyê tevli xebatên hilbijartinê bûn. Namzetên hevşaredariyê dikandarên Koperatîfleran û firoşkarên wesayîtan ziyaret kirin. Paşê çûn Mezada Heywanan û li vir guh li gilî û pêşniyazên dikandaran kirin. Celaleddîn Erkmen destnîşan kir ku dê hemû derfetên şaredariyê ji bo gel bên seferberkirin û soza avakirina tesîsên modern da.
 
Namzeta Hevşaredariyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Gulşen Ozer jî li Serêkaniyê beşdarî xebatên hilbijartinê bû. Namzetên Hevşaredarkandarên li Kolana Vîranşehîrê kirin. 
 
Namzetên Hevşaredariyê yên Halîliyê Sema Ateş û Suphî Yilanci esnafên navçeya Silêmanî ziyaret kirin. Li navçeya Pirsûsê jî serdanên gel hatin kirin. Li Xelfetiyê jî serdana gundên Derto, Çakalan, Çevekan û Vahnayê hatin kirin. Li Curnê Reş jî namzetên hevşaredariyê Serhan Paydaş û Garîp Yeşîl, tevî parlementerê bajêr Omer Ocalan li navenda navçeyê serdana dikandaran kirin.