Li Amedê starta 8'ê Adarê li ber girtîgehê hat dayin

  • 15:44 1 Adar 2024
  • Rojane
 
AMED - Bi pêşengiya DAKAP'ê li ber Girtîgeha Tîpa D ya Amedê bi daxuyaniyê starta çalakiyên 8'ê Adarê hat dayin. 
 
Bi çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) li ber Girtîgeha Tîpa D ya Amedê bi daxuyaniyê starta çalakiyên 8'ê Adarê da. Gelek kes tevli daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta  “Di 8’ê Adarê de, bi dirûşmeya Jin jiyan azadî ber bi azadiyê ve” hat vekirin. Daxuyanî ji aliyê endama Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosayê Ayşe Çelik hat xwendin. 
 
Jinan dirûşma "Jin jiyan azadî","Gultan Kişanak rûmeta me ye" berz kirin. 
 
Ayşeyê li vir da zanîn tecrîd wekî tundiyê li jinan vedigere û jin ji derveyî pêvajoyên çareseriyê tên hiştin. 
 
Ayşeyê banga mezinkirina têkoşîna hevpar kir û got em piştevaniya bi jinan re xurt bikin. 
 
Adaletê bal kişand ser Gultan Kişanak û got tevî cezayê wê qediyaye jî nayê berdan. Her wiha Adaletê bal kişand ser girîngiya 8'ê Adarê û got wan têkoşîna xwe ji rêhevalên xwe yên bedel dane girtine. 
 
Ji çalakvanên Nobeta Edaletê Meryem Soylu ji bo edalet û aştiyê bang kir. 
 
Piştî axaftinan ji bo aştiyê kevok firandin. 
 
Piştî daxuyaniyê jin derbasî Postaneya Rezanê bûn û ji jinên girtî re qert şandin.