Di Nobeda Edaletê de peyama têkoşîn dê bidome

  • 15:33 1 Adar 2024
  • Rojane
 
WAN/İZMİR - Di axafitnên di Nobeda Edaletê de hatin kirin hat diyarkirin ku dê têkoşîn bidome.
 
Nobedên Edaletê ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  û çareseriya pirsigirêka kurd hatine destpêkirin dewam dikin.
 
Wan 
 
Nobeda Edaletê ya ku li Wanê bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" di pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Ximên Girtî û Hukumxaran re(TUHAY -DER) ji aliyê malatên girtiyan ve hatiye destpêkirin di roja 96 an de dewam dike. Nobeda ku li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê tê lidarxistin gelek kesî ziyaret kir. 
 
Berdewamiya têkoşînê
 
Di nobedê de xizmên girtiyan gotin, "Em ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan û azadiya girtiyên siyasî li vir in. Mêvanan jî çalakî silav kirin û peyama, 'Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin têkoşîna we' dan."
 
Çalakî bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" û "Bijî Serok Apo" dewam kir.
 
 Izmîr
 
Çalakiya Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê xizmên girtiyan ve di çarçoveya kampanyaya li Îzmîrê de bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Xizmên Girtî û Hikumxwaran re (EGE TUHAYDER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi daxwaza "Azadî ji Abdullah re" hat destpêkirin.  Di roja 32'yan de berdewam dike. Gelek xizmên girtiyan tevlî çalakiya nobedê ya li Rêxistina Partiya Wekhevî Domokrasiyê ya Gelan (DEM Partî)   a navçeya Karşiyakayê bûn. Di çalakiya nobetê de dirûşma "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin.
 
'Divê em serî hildin'
 
Di çalakiya nobetê de ji xizmên girtiyan Fakîde Duman bi silavkirina dayikên nobeda edaletê û girtiyên di greva birçîbûnê de dest bi axaftina xwe kir. Fakîde diyar kir ku ew 32 roj in nobeda edaletê digirin û got, “Divê em serî hildin. Ev êş êşa dayikan e. Îro 32'mîn roja nobeda me ye. Ji me hemûyan re serkeftinê dixwazim."
 
'Heta girtî azad nebin em azad nabin'
 
Piştre rêvebera navçeya Karşiyaka ya DEM Partiyê Yeşîm Kiziltoprak axivî û silavên xwe ji jinên berxwedêr re anî ziman û got ku ew nobeda Edaletê digirin. Yeşîm got, “Em dibêjin bila dengê xwe bidin girtîgehan. Girtiyên li girtîgehê di greva birçîbûnê de ne. Heta ku girtiyên me yên di girtîgehê de azad nebin, em jî azad nabin."
 
Nobeda Edaletê bi serdan berdewam kir.