Li Tûtaxê bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ starta 8’ê Adarê hat dayîn

  • 14:53 1 Adar 2024
  • Rojane
 
AGIRÎ - TJA'yê li Tûtaxê starta çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cihanê bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” da.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cihanê li navçeya Tutaxê ya Agiriyê, starta bernameyên xwe bi daxuyeniyekê da. Starta ku li avahiya DEM Partî ya Tûtaxê hat dayîn de, Parlamentera DEM Partî ya Agiriyê Nejla Demîr, Hevseroka DEM Partiyê  ya Agiriyê Ayşe Karakûş, namzeta hevşaredariyê ya Tûtaxê Dîlan Boşboga û gelek jin tevlî bernameyê bûn. Di bernameyê de Parlamenter Nejla Demîr axivî.
 
‘Jin li dijî faşîzmê li meydana ne’
 
Nejlayê, bal kişand ser dîroka 8’ê Adarê û diyar kir ku têkoşîna azadiya jinê piştî wê rojê dest pê kir. Nejla, da zanîn ku jin her tim bi têkoşîna xwe hatin cem hev û got, têkoşîna ku beriya 100 sal pêşî ji bo jinên hatin qetilkirin, hatiye destpêkirin hêz daye wan. Nejlayê, bal kişand ser têkoşîna azadiya jinê û got ku ew dikarin her tim bi jinan re bên cem hev û gotinên xwe bînin ziman. Nejla, diyar kir ku jin li hemû cîhanê û Tirkiyeyê li dijî faşîzmê têdikoşin û wiha domand: “Li her kolanê jin dengê xwe bilind dike. Îro jî hevalên me yên jin ên di girtîgehan de ne têkoşîna xwe didomînin. Dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ îro ji Îranê heta li her deverê cîhanê belav bûye.”
 
‘Serkeftina têkoşîna me nêzîk e’
 
Nejlayê, ji hemû jinên têkoşer re silav şand û wiha pê de çû: “Ne tenê li Tirkiyeyê, li hemû cîhanê behsa têkoşîna kurdan tê kirin. Em vê têkoşînê bi mîrate ku ji berê heta niha girtine, didomînin. Ev mîrateya Leyla Qasim û Sakîne Cansiz e û em ê vê mîrateyê bidomînin. Serkeftina têkoşîna me nêzîk e.”