Li Silêmaniyê avahiya Tevgera Azadiyê hate bombekirin

  • 14:41 1 Adar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Kelar a girêdayî Silêmaniyê avahiya Tevgera Azadiyê hate bombebarankirin. 
 
Li gorî nûçeya Rojnewsê; li navçeya Kelar a girêdayî Îdareya Germiyan a bajarê Silêmaniyê yA Herêma Kurdistana Federe dengê teqînekê hate. Hate diyarkirin ku teqîn di encama bombebarana li dijî avahiya Tevgera Azadiyê ya li navenda navçeyê hatiye kirin. 
 
Di êrişê de ne diyar e ku kesê jiyana xwe ji dest daye an na.