Namzetên Amedê yên DEM Partiyê bi saziyên civakî yên sivîl re civiyan

  • 13:55 1 Adar 2024
  • Rojane
 
 
AMED - Namzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê yên DEM Partiyê Serra Bûcak û Dogan Hatûn bi saziyên civakî yên sivîl ên li bajar re civiyan.
 
Rêxistina Amedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), beriya hilbijartina xwecihî di komxebata hatî lidarxistin de bi nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl re civiyan. Komxebata “Bi hev re; mil bi mil” li oteleke li bajar hate lidarxistin. Gelek nûnerên rêxistên saziyên civakî yên sivîl beşdarî komxebatê bûn.
 
Namzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê yên DEM Partiyê Serra Bûcak û Dogan Hatûn jî di komxebatê de cih girtin. Axaftina vekirinê ji aliyê Hevşaredarê Peyasê Necatî Pîroglû ve ku wezîfeya wî hate xespkirin, hate kirin. Ji Komîsyona Amadekariyê ya Danezana Amedê Rojda Yildiz jî di axaftina xwe de diyar kir ku tevgera siyasî ya Kurd ji sala 1999’an û vir ve xebatên ku di rêveberiyên xwecihî de dimeşîne, wê jiyana çanda kolektîf ji nû ve ava bike.
 
Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak jî anî ziman ku ew ê li dijî feraseta dewletê bi piştevaniyê Sûrê ji nû ve ava bikin.
 
Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn jî bal kişand ser êrîşên dewletê yên li ser çand û zimanê Kurdî.
 
Bername ji çapemeniyê re girtî, dewam kir.