Li Silêmanî starta 8’ê Adarê hat dayîn

  • 13:51 1 Adar 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Amedekar ya 8’ê Adarê li Silêmaniyê û derdora wê starta çalakiyan da.
 
Di Komîteya Amedekar ya 8’ê Adarê ku Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK), Dayikên Aştiyê û Nûnertiya Kongra Star a Başûrê Kurdistanê tê de cih digre duh bi daxuyaniyek starta 8’ê Adarê da.  
 
Di daxuyaniya çapemeniyê de Endama Komîteya Amedekar ya 8’ê Adarê Şeyma Nebîl daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Roja 8’ê Adarê weke rojeke sembol e ji bo têkoşîna jinan li dijî zilm, dîktatorî û desthilatdariya xwedî hişmendiya mêrsalarî. Lê her çiqas komkujiyên mezin li ser jinan bên kirin û jin bên qetilkirin jî, sîstem, desthilat dixwazin têkoşîna jinan biçewisînin jî, lê têkoşîna jinê ya ji bo azadiyê roj bi roj mezintir û berfirehtir dibe.
 
‘Jin pêşengiyê dikin’
 
Jina Kurd îro bûye sembola azadiyê û bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’, ev sedsal bûye sedsala şoreşa jinê. Her wiha jin di avakirina civaka demokratîk û pergala demokratîk de pêşengiyê dikin. Jin li dijî hemû tundî, qirkirin û astengiyên li ser jinan tên kirin de bi israr têdikoşin û wan ji holê radikin. Em hemû çalakiyên xwe yên îsal diyarî giyanê şehîd Feryal Silêman (Zelal Zagros) dikin ku di roja 18’yê Çileya 2024’an de li bajarê Kerkûkê di encama êrişa dewleta Tirk de  şehîd bû. Emê sibê li cihê şehîd Feryal Silêman lê şehîd bûyî, bi daxuyaniyekê dest bi çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê bikin.”
 
Bernameya Komîteya 8’ê Adarê ya Silêmanî û derdora wê ya çalakiyan wiha ye;
 
“*Çalakiyên me wê li piraniya bajaran bi axaftin û semînerên 8’ê Adarê li ser esasê Jin, Jiyan, Azadî li dijî neheqiyên li ser jinê di civakê de tên kirin, bên lidarxistin.
 
*Li hin bajar û bajarokan emê pêşangehên wêneyan yên ku têkoşîna jinan nîşan didin, çanda kevnar ya Kurdî ya jinan û şevan nîşan bidin, vekin.
 
*Ji bo xurtkirina yekitiya di nav jinan de emê civîneke hevpar lidar bixin.
 
*Serdana rêxistinên jinan û bi hemahengî li gel wan em ê serdana mezargeha jinên bêkes bikin.
 
*Serdana jinên kedkar û pêşkêşkirina kulîlk û pirtûkan ji wan re.
 
*Em ê bi amadebûna çend hunermendên jin konserekê li dar bixin.
 
*Ji bo dengê jinan li kolanan bê bihîstin em ê meşên sivîl lidar bixin.”