DEM Parti: Hûn bipirsin em bibersivînin

  • 13:50 1 Adar 2024
  • Ramyarî
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partiyê li ser medyaya dîjîtal xebata ‘Hûn bipirsin bila hevşaredar bibersivînin’ da destpêkirin. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li ser platforma medyaya dîjîtal namzetên hevşaredariyê bi hilbijêran re tîne bahev. Partiyê di vê çarçoveyê de xebata “Hûn bipirsin bila hevşaredar bibersivînin” da destpêkirin. Namzetên hevşaredariyê dê pirsên ji hilbijêran tên bibersivînin. Bersivên namzetên hevşaredaran jî dê li ser hesabên medyaya dîjîtal ên partiyê were parvekirin.  
 
Pirsa yekemîn ji Dêrsimê re hat kirin 
 
Bersiva ewil ji namzeta Hevşaredariyê ya Dêrsimê Bîrsen Orhan hat. Bîrsen, pirsa têkildarî zêdebûna rêjeya koçê û projeyên ku dê têkildarî vê yekê de bi pêş bixin bersivand. Bersiva hate dayîn li ser hesabên “DEM vedibêje” hate parvekirin. 
 
Hesabên ku bersiv tên weşandin wiha ne: