Nobeda Edaletê bi dirûşma 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' didome

  • 13:46 1 Adar 2024
  • Rojane
AMED - Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê xizmên girtiyan ve bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" hatiye destpêkirin di roja 86'an de berdewam dike.
 
Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ku di 27'ê Mijdara 2023'an de bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî " dabûn destpêkirin di roja 96'an de ye û Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê xizmên girtiyan ve li Amedê hatiye destpêkirin jî di pêşengiya  Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran re (TUAY-DER) li Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Navçeya Rezanê  di roja 86'an de berdewam dike.
 
Çalakiya Nobeda Edaletê ku bi  dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Maf, hiqûq, edalet" dewam kir, dayikên bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê tevli daxuyaniya ku ji aliyê Platforma Jinan a Dîcle Amedê ve li ber Girtîgeha Tîpa D ya Amedê hat dayîn bûn.