Bi hatina 8'ê Adarê jî qetilkirina jinan a li Başûr dewam kir

  • 13:42 1 Adar 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li seranserê cîhanê çalakî û xebatên bi boneya 8’ê Adarê dest pê kirine. Lê li Başûrê Kurdistanê tundî û qetilkirina jinan berdewam e. Di nava du mehan de 13 jin li deverên cuda yên herêma Kurdistanê hatine qetilkirin yan jî neçarî xwekuştinê hatine kirin.
 
Qetilkirina jinan û teşwîqkirina xwekuştina jinan, li Başûrê Kurdistanê berdewam e. Li gor nûçeya ROJNNEWS'ê di nava du mehên borî de li cihên cuda yên Herêma Kurdistanê 13 jin hatine qetilkirin yan jî neçarî xwekuştinê hatine kirin ku di nava 23 rojan de ji van 13 jinan, 3 jinên ciwan bi agir berdana bedena xwe dawî li jiyana xwe anîn.
 
Hewlêr
 
Di 8’ê Çileyê de li Hewlêrê, Rêveberiya Parastina Şaristaniya Hewlêrê ragihand ku di encama şewata li malekê de jinek ji netewa Ereb jiyana xwe ji dest da.
 
Di 13’ê Çileyê de li taxa Fermanberan ya Hewlêrê, li ber derê malê bi tîzavê êrişî jinek 40 salî ku dayika du zarokan, hate kirin. Piranî rûyê jinê û ji sedî 20’ê fizîka jinê ji ber tîzavê şewitiye. Li gorî agahiyan buyer ji aliyê mêrê bi wê jinê re zewicî ve hate pêkanîn, lê derbarê buyerê de kesek nehate binçavkirin.
 
Silêmanî
 
Di 3’ê Sibatê de li taxa Zergete ya bajarê Silêmaniyê jinek ciwan bi şêweyekî guman jiyana xwe ji dest da û polîsan derbarê buyerê de gotin: “Dawî li jiyana xwe aniye, lê hevjînê jinê jî hatine binçavkirin.”
 
Koye
 
Di 23 Çileyê de jinek 78 salî di mala xwe de ku bi kêrê hatibû kuştin, mirî hatibû dîtin.
 
Kerkûk
 
Di 24’ê Çileyê de li bajarê Kerkûkê jinek 27 salî ku dawî li jiyana xwe aniyî di nava mala xwe de mirî hate dîtin.
 
Di 30’ê Çileyê de hate ragihandin ku jinek di encama bi şaşitî zarokek heft salî gule berdaye jiyana xwe ji dest da, lê piştre derket holê ku kujerê jinê hevjînê wê bû û hewl da bû rastiya buyerê veşêre.
 
Xaneqîn
 
Jinek 30 salî ku dayîka 2 zarokan bû, di encama şewatê de jiyana xwe ji dest da.
 
Dûzxûrmatû
 
Li bajarokê Dûzxûrmatû, bavek bi şêweyek hovane îşkence li keça xwe ya 17 salî kir û piştre xwe ji serbanê de avêt xwarê û jiyana xwe ji dest da.
 
Helebce
 
Di dawiya meha Çileyê de xwendevanek keç di beşa navxweyî ya Zanîngeha Helebceyê de ket xwarê û jiyana xwe ji dest da ku ji bilî gotina ku ketiye xwarê û miriye, agahiyek din li ser buyerê nehate eşkerekirin.
 
Dihok
 
Di 19’ê Sibatê de cenazeyê jineke ku xelkê Şengalê ye û li kampa Domîze dijiya, li bendava Duhokê hate dîtin. Lê di derbarê sedema mirina jinê de ti agahiyek nehate belavkirin.