Meclisa Jinan a KESK'ê ya Amedê starta 8'ê Adarê da

  • 13:36 1 Adar 2024
  • Rojane
 
 
 
AMED - Meclisa Jinan a KESK'ê ya Amedê starta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Amedê da. Berdevka Demkî ya Meclisa Jinan a KESK'ê Leyla Hatun Tuncer axivî. Leylayê got:"Em bang dikin ku em bi hev re têkoşînê mezin bikin."
 
Meclisa Jinan a KESK'ê ya Amedê bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li 1'emîn Şaxa KESK'ê ya Amedê daxuyaniya çapemeniyê da. Li eywana daxuyaniyê pankartên "Jin jiyan azadî" û "Nasname, beden û keda me ya me ye; em di têkoşînê de bi biryar di azadiyê de bi israr in" hatin daliqandin. Berdevka Demkî ya Meclisa Jinan a KESK'ê Leyla Hatun Tuncer daxuyanî xwend. 
 
Leylayê li vir bal kişand ser qeyranan û got fatureya qeyranan ji jinan re tê birîn. Leylayê got:"Em bang dikin ku em bi hev re têkoşînê mezin bikin."
 
Leylayê da zanîn zihniyeta baviksalar jinan wekî hêza keda erzan dibîne û got jin di karê xwe de bi mobingê rû bi rû dimînin. Leylayê da zanîn her roj civak xizan dibe û ewlehiya jinan tune ye. 
 
Leylayê da zanîn polîtîkayên tecrîdê şertên jiyanê zehmet dike û bal kişand ser polîtîkayên qeyûman. Leylayê herî dawî banga têkoşîna bi hev re kir û daxwazên xwe rêz kir.