Li Mûşê starta 8'ê Adarê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' hat dayin

  • 13:24 1 Adar 2024
  • Rojane
 
 
 
MUŞ - TJA'yê, li Mûşê bi dirûşma “Jin jiyan azadî” starta çalakiyên 8'ê Adarê da. 
 
 Tevgera Jinên Azad (TJA), bi dirûşma "Her dem serhildan her dem azadî em bi 8'ê Adarê li qadan e" li ber avahiya DEM Partiyê ya li Mûşê starta çalakiyên 8'ê Adarê bi daxuyaniyê da. Gelek jin û welatî tevli startê bûn. Dirûşma “Jin jiyan azadî” hat berzkirin. Metna çapemeniyê aktivîsta TJA'yê Çiçek Tutuş xwend. 
 
Çiçekê da zanîn raperîna jinên bi salan e ji bo maf û keda xwe li berxwe didin îro li hemû cîhanê belav bûye û got em ê wekî jin rihê serhildanê yên ji Rosayan, Claralarayan, Sakineyan û ji Sêvêyan maye zindî bihêlin. Çiçekê da zanîn li Tirkiyeyê keda jinan tune tê hesibandin û tê xwestin polîtîkayên bêcezahiştinê û komkujiyan bên rewakirin. 
 
Çiçekê bal kişand ser rêxistinbûyina jinan a li dijî zihniyeta mêr û Peymana Stenbolê bi bîr xist. Çiçekê got ew ê bi moralê ji 8'ê Adarê Newrozê pêşwazî bikin. 
 
Piştre Summeye Boz axivî. Summeyeyê da zanîn wê di 31'ê Adarê de aqilê mêr tên bibin û got ew ê pergala hevserokatiyê biparêzin.