Peyama girtiyan a 8'ê Adarê

  • 09:07 1 Adar 2024
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Kubra Filiz a li ser navê girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Jinan a Şakranê bi rêya faksê peyama 8'ê Adarê şand 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir û bal kişand ser bihara jinan û jiyaneke nû.
 
Kubra Filiz li ser navê girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Jinan a Şakranê bi rêya faksê peyama 8'ê Adarê şand 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir.
 
Di peyamê de wiha hat gotin:
 
"Bi hêviya demên ku her kes xwe bibîne û di lêgerîna xwetemamkirinê de bin;
 
Niha kesên ku biharê di rihê xwe de dihewînin li ser navê me hemûyan, li ser axa ronî zivistana reş bi dawî dikin. Her kesî vedixwîne, ji bo ku em bi hev re bihara jinan bimeyînin. Ev kelecaneke pak e û bi coşek di dilê me de dihewe.  
 
Em jî bi vê coşê dîwaran derbas bikin û tên gel we. Ji nû de dilê me bi hev re ye em mil bi mil in û em dibêjin em bi hêza xeyalên zarokatiya xwe bi xeyalên têr û tije ji destpêkên nû re derî vekin ji jiyaneke nû re û ji 8'ê Adarên nû re em deriyekî vekin.
 
Em di demeke bi efsûn de bi hev re bin em dest hevdu bidin em porê hev bihonin û bila binê parsûyên me yên çepê bi bayê teze yê biharê tije bibe û bila bi rengên biharê yên teze tije bibin.
 
Em kesên kenên xwe yên herî xweş diyarî jin û mêran dikin bi hesret û hezkirinê silav dikin.
 
Bi hêza zindîbûn, dostanî, hevaltiya jinan em 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz dikin, bila her roja we bi rengê 8'ê Adarê û bi coş derbas bibe. Em we hembêz dikin.
 
Zindî, bi hezkirin û bi siheta sax bimînin."