Pirsgirêka sereke ya jinên erdhejzede ewlehî ye

  • 09:05 1 Adar 2024
  • Rojane
 
Oznûr Deger
 
MELETÎ - Halîme Sancak diyar kir ku di vê dema ber bi 8'ê Adarê ve diçin de jî pirsgirêkên jinên erdehejzede dewam dikin û pirsgirêka wan wan a herî serke jî ewlehî ye.
 
Di pêvajoyeke ku jin her diçe bi zext û tundiya mêr û dewletê rû bi rû dimêne de em ber bi 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ve diçin. Li gelemperiya welêt mafên jinan tên binpêkirin, li herêma erdhejê jî jin rastî binpêkirinên mezintir tên. Jinên ku ji erdhejê rizagar bûn niha jî di konteyniran de di bin şert û mercên ne ewle de têkoşîna jiyanê didin. 
 
Serpêhatiyên jinan ên li Meletî  jî ku yek ji bajarên herî zêde ji erdhejê bandor bûye, ji yên jinên din ne cuda ye. Halîme Sancak (33) ku piştî erdhejê xaniyê wê hilweşiya û neçar ma du zarokên xwe di konteynireke 21 metrekare de xwedî bike, serpêhatiyên xwe yên li bajarê konteynirê yê ku 8 mehan lê ma vegot.
 
'Ji xaniyan ber bi xirbeyan, ji xirbeyan heta konan, ji konan ber bi konteyniran...'
 
 Halîmeyê bal kişand ser serpêhatiyên xwe yên piştî erdhejê û diyar kir ku derbasbûna ji kon ber bi bajarê konteynirê bi lez bû, lê ne hêsan bû. Halîme got, “Ji xaniyan ber bi xirbeyan, ji xirabeyan em ber bi konan ve çûn, ji konan derbasî konteyniran bû. Pêvajoya adaptasyonê û avakirina binesaziyê di van veguherînan de pirsgirêkên cidî bûn. Bi taybetî av pirsgirêkek cidî ye. Piştî erdhejê demeke dirêj av herî herikî. Piştî ku em birin qada konteynerê gelek pirsgirêkên me yên teknîkî derketin. Di nîvê havînê de klîma me tunebû û zarok nexweş ketin. Li bajarên konteyniran jî newekhevî heye. Her bajarê konteynerê ne yek e."
 
'Ne pêkan e ku jiyanek di  21 metrekare hilê'
 
Halîmeyê anî ziman ku pirsgirêka herî mezin a  jinan  "ewlehî" ye û diyar kir ku ji ber ku zarok piraniya dema xwe li derve derbas dikin ew jî li derve ne. Halîme destnîşan kir ku ne pêkan e ku jiyanek di 21 metrekareyî de hilê û destnîşan kir ku çandên cuda jî nêzî hev dibin. Halîme got, “Em ji cîranên derî zêdetir odeyên me nêzî hev in. Bi vî awayî em nikarin baş û xerab ji hev cuda bikin. Nerast bû ku mirov bêyî misogerkirina ewlehiyê werin veguheztin. Gel têkoşîneke mezin da. Li cihê ku tundî û şer lê heye hebûna jin û zarokan metirsiyeke mezin e. Pirsgirêka çûn û hatinê heye. Gel li dijî pirsgirêkên ceyran û avê meşiyan. Heta qeymeqamtiya navçeyê meşiyan. Ji ber ku li herêma bajarê konteyniran pirsgirêkeke cidî ya çûnûhatinê heye.  ji bo nan bikirin neçar dimînin ku bi saetan bimeşin. Xizmeta ku tê dayîn dibe pirsgirêk. Hin tişt piştî ku di çapemeniyê de hatin weşandin baştir bûn.  Hin caran bi rojan ceryan qut dibû. Dema me bertek nîşanî van rewşan da, ji aliyê polîsan ve em bi provokasyonê hatin sûcdarkirin."
 
'Pêdivî ye ku ji bo jinan jîngehek civakî were avakirin'
 
 Halîmeyê bertek nîşanî nêzîkatiyên li hemberî wan pêk hatin da û got ku ew  ji tu kesî sedeqeyê naxwazin. Helîmeyê wiha got: "Ez berdêla baca ku didim dixwazim." Halîmeyê bi bîr xist ku li bajarê konteyniran her kes ji tax û avahiyên cuda tên û wiha dewam kir: “Pirsgirêka ragihandinê heye. Dema em vê pirsgirêkê tînin ziman, dibêjin 'Ev der qadeke gelekî mezin e'. Wê demê çima herêmek ewqas mezin hate tercîhkirin? Çima li qadeke ewqas mezin konteynir kreş tune ye? Gelek jinên ku dixwestin bixebitin neçar man ku dev ji karê xwe berdin. Yek ji wan ez im. Parkek heye, lê ew herêmek pir piçûk e. Cihê rûniştinê tune ye. Divê neyê jibîrkirin ku jin jî ferd in, hewcedariyên wan hene, dibe ku bixwazin li cihekî rûnin û çayekê vexwin. Di heman demê de dibe ku hawîrdorên jinan ên civakîbûnê hebin."
 
'Hevjînên ji hev cuda bûne neçar bûn ku ji nû ve bizewicin'
 
Halîmeyê diyar kir ku ji ber ku cih ji jinan re nemaye şîdeta nava malbatê zêde bûye û diyar kir ku hevjînên hev berdan ji mecbûrî dîsa bi hev re zewicîn.  Halîme got, “Gelek kesan ji bo tazmînata karkeran bigirin ev yek kirin. Ji ber ku mixabin di qanûnên me de tu mafê tazmînatê ku karker ji ber karesateke muhtemel jê sûd werbigirin, tune ye. Li vir navendeke tenduristiyê heye, lê tenê doktorek lê heye. Ev kêmasîyeke mezin e. Divê qadeke mezintir ji xizmetên tenduristiyê re bihata veqetandin. Di perwerdehiyê de jî pirsgirêk hene. Zarokên me neçar in biçin dibistanên nêzî bajarê konteyniran.  Dema ku em dixwazin wan bişînin dibistanek din, divê em heqê xizmetê bidin."
 
'Jinên şîdet li wan tê kirin dixwazin wan ji konteyniran derxin'
 
Halîmeyê mînaka tundiya ku jin li bajarên konteyniran pê re rûbirû dimînin jî da û serpêhatiyên mexdûrên erdhejê wiha nirxand: “Jin her tim ji aliyê hevjînên xwe ve tundî lê tê kirin. Hevjînê wê  vedixwar û tundûtûjî dikir. Ji ber ku jin êdî nikare çareyekê ji vê rewşê re bibîne, gilî dike û biryara astengkirinê digire. Piştî biryara atengkirn, mêr bi kêrê dest bi serdegirtina malê dike. Pişt re cîranên jinikê li qeymeqamtî û polîsan digerin, gilî dikin û dixwazin ji bajarê konteyniran bên şandin. Tê fêmkirin ku mirov ji vê rewşê nerehet in.  Tişta ku jin dikare bike gilî ye. Çima ew kesên ku divê ewlehiya jinan misoger bikin nikarin wan biparêzin?  Ger di rewşa heyî de ewlehiya wan neyê dabînkirin, divê herêmek din ji wan re were çêkirin. Li vir ewlehiya jinan di xetereyê de ye. Gelek jin ji ber ku cihê wan tine ye nikarin biçin. Divê vegerin mala xwe.” 
 
'Ji ber ku nikarin xwarinê amade bikin naşînin dibistanê'
 
Halîmeyê bal kişand ser pirsgirêkên jinan ên aboriyê ku jin li konteyniran rûbirû dimînin û got, "Hin jin ji ber ku nikarin xwarina ji bo dibistanê ji zarokên xwe re amade bikin wan naşînin dibistanê. Jin pirsgirêkên cidî yên aboriyê dijîn. Piştevaniya ku tê kirin têrê nake. Mirov hewl didin li jiyanê bimînin. Daxwaza her kesî ye ku pêdiviyên xwe bikaribin dabin bikin."