ROJEVA 01'Ê ADARA 2024'AN

  • 09:00 1 Adar 2024
  • Rojev
 
* Jinên Şîliyî bi têkoşîna hevpar a jinan navê xwe di dîroka azadiya jinê de nivîsandin, dewletên mêr ku sûcdarên qirkirinê ne, eşkere kirin. Jinên Şîliyê bi berxwedana xwe xwedî li mîretaya jinên ku li dijî desthilatdariya cûntaya faşîst li ber xwe dane, derdikevin. DOSYA 
 
* Ji 6 rojnamevanên di 13'ê Sibatê de hatin binçavkirin, rojnameger Melîke Aydin a ku di hepsa malê de tê gîrtîn binpêkirinên mafan ên di dema binçavkirinê de li wan hatiye kirin vegot. Melîke destnîşan kir ku armanca cezayê  hepsa malê yê li wan hatiye bîr^în ew e ku rojnamegeran ji qadê vekişînin. DÎMEN HEYE
 
* "Bi pêvajoya pandemiyê re, hewcedariya zanistek civakî ya ku dê têkiliyên nav-zanistî misoger bike, hîn bêtir eşkere bûye. Ji nû ve nirxandina zanistê di asta felsefî de weke pêwîstiyeke bingehîn derketiye holê. Girîngiya afirandina pergaleke zanistî û nirxî ya ji bo wateya jiyanê derket holê. Ji ber ku ya herî zêde bi vîrusê re qewimî windakirina wateyê bû." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ 
 
* Kampanyaya TJA’yê ya ku bi dirûşma “Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve” hatî destpêkirin bi dawî dibe, aktîvîsta TJA'yê Hatîce Taş, diyar kir ku çend kampanya bi dawî bibe jî dê li qadan bênavber xebatên xwe bidomînin. BI DÎMEN 
 
* Namzeta Hevşaredariyê ya Mûşê ya DEM Partiyê Tuba Sayilgan, diyar kir ku ew bi îlhama ji pergala hevserokatiyê girtiye bûye namzet û got, “Ez weke jineke ji nava gel ku di qada tenduristiyê de dixebitim, bûm namzet. ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan, em ê her kolana Mûşê veguherînim qadên jiyanê yên jinan." BI DÎMEN 
 
*Jinên Şirnexî diyar kirin ku li bajarê wan gelek çavkaniyên avê hene, lê li gel vê jî pirsgirêka wan a avê heye û gotin, "Em dixwazin ji zilma AKP'yiyan rizgar bibin, dema şaredariyên me yên me bin, qet nebe em dizanin em kî ne." DÎMEN HEYE
 
*Halîme Sancak diyar kir ku di vê dema ber bi 8'ê Adarê ve diçin de jî pirsgirêkên jinên erdehejzede dewam dikin û pirsgirêka wan wan a herî serke jî ewlehî ye. DÎMEN HEYE
 
*Namzeta Hevşaredariya Ebexê Şengul Polat da zanîn wê gelek projeyên xwe yên derbarê jinan de bi DEM Partiyê pênase bikin û got:"Em bang li jin û welatiyên Ebexê dikin ku xwedî li îradeya xwe derkevin û di hilbijartinên 31'ê Adarê de li dora partiya xwe kom bibin."
DÎMEN HEYE
 
*Kubra Filiz a li ser navê girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Jinan a Şakranê bi rêya faksê peyama 8'ê Adarê şand 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir û bal kişand ser bihara jinan û jiyaneke nû.