Ji rojnameger Dîcle Muftuoglu peyama piştevaniyê

  • 23:16 29 Sibat 2024
  • Rojane
ENQERE - Hevseroka DFG'ê û Edîtora MA'yê Dîcle Mûftûoglû li ber Girtîgeha Jinan a Sîncanê got: "Heta ku hevgirtin neyê zêdekirin, dê rojnameger bên girtin û zindankirin û dê mafê nûçewergirtinê yê gel bê astengkirin." 
 
Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Mûftûoglû ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê derket. Mûftûoglû ji aliyê hevrêyên xwe, Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Endama MYK'ê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen, Parlamentera Wanê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Celal Firat ve hat pêşwazîkirin.
 
'Vê  bêhiqûqiyê 10 mehî dom kir'
 
Dîcle piştî ji girtîgehê derket daxuyanî da û got: “Em di çarçoveya operasyona beriya hilbijartinê de hatin binçavkirin û girtin. Me wê rojê got ku ev binçavkirin û girtin ji bo ku em rastiyê nenivîsînin hatiye kirin. Ez dikarim bibêjim ku tam ji ber vê yekê vê  bêhiqûqiyê 10 mehî dom kir. Ji bo ku rastiyê veşêrin û nehêlin em binivîsin, 10 mehan em dîl girtin."
 
Banga piştevaniyê 
 
Dîcle destnîşan kir ku ew ê karê xwe bidomîne û bal kişand ser piştevaniya ji bo rojnamevanan û got: "Heta ku hevgirtin neyê zêdekirin, dê rojnameger bên girtin û zindankirin û dê mafê nûçewergirtinê yê gel bê astengkirin. Divê piştevanî bê xurtkirin. "