Bi munasebeta 8'ê Adarê mûm li ser gorên têkoşerên azadiyê hatin pêxistin

  • 22:29 29 Sibat 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya 8'ê Adarê (Roja Jinan a Cîhanê) li Amûdê û Minbicê de li ser gorên cangoriyan mûm hatin pêxistin. Jinên beşdar soza domandina têkoşînê heta pêkanîna edalet û wekheviyê da.
 
Li Minbicê Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Minbicê li ser gorên cangoiryan mûm pêxistin. Di çalakiyê de endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a kantonê, komîteyên wê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Jinan a Sûriyeyê, Komîteya Jinan, Mala Jinan û partiyên siyasî beşdar bûn.
 
Çalakî li goristana şehîdên Minbicê li başûrê bajêr li dar ket.
 
Di çalakiyê de endama Mala Jinan a Meclisa xeta Farat Fatme Xelîl roja 8'ê Adarê li tevahî jinên cîhanê bi taybetî jinên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dayikên şehîdan ên ku cegerên xwe fedayî welêt kirine, pîroz kir.
 
Fatme Xelîl wiha axivî: "Ji vê cihê pîroz, cihê gorên şehîdên azadiyê em bejna xwe li hember ên ku ji bo me û ji bo pêkanîna ewlehî û aramiyê xwe feda kirine, ditewînin. Em ê di oxira azadiya jinan de ku ji hêla rejîma baviksalarî hatine kolekirin ve, têbikoşin."
 
Fatme Xelîl destnîşan kir ku di şoreşa ku jinan tê de pêşengtî kiriye de, gelek serkeftin hatin pêkanîn û berxwedana li hember hemû cûreyên zordestiyê hat meşandin. Nexasim dewleta Tirk a dagirker ku herêmên me û jinên ku pêşengtiya rizgarkirina herêmên me kirine, hedef digire."
 
Di dawiyê de Fatme Xelîl soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna azadî, edalet û wekheviya her du zayendan da.
 
Piştre beşdaran mûm li ser gorên şehîdan pêxistin.
 
Amûdê
 
Bi dehan endamên Kongra Star, Meclisa Malbatên Şehîdan û şêniyên Amûdê berê xwe da goristana şehîd Îsmaîl.
 
Li wir beşdaran li ser gorên şehîdan mûm pêxistin û soza domandina têkoşînê heta pêkanîna armancên cangoriyan da.
 
Şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di her boneyekê de şehîdên xwe yên ku ruhê xwe ji bo pêkanîna ewlehî û aramiya herêmê daye, bi bîr tînin û soza domandina rêya wan didin.