TJA bi munasebeta 8'ê Adarê bi jinan re hat gel hevdu

  • 19:15 29 Sibat 2024
  • Ramyarî
 WAN - TJA bi çarçoveya 8'ê Darê li Erdîş û Tûşbayê bi jina hat gel hevdu. Li vir jinan nirxandina hilbijartinan kirin û gotin em ê qeyûman bişînin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi çarçoveya 8'ê Darê li Erdîş, Westan û Tûşbayê bi jina hat gel hevdu. Li Erdişê DEM Partiyê buroya hilbijartinê ya jinan vekir û li vir jin hatin gel hevdu. Rêveberên partiyan û gelek kes bi kincên xwe yên gelêrî yên bi rengê kesk û sor û zer tevli çalakiyê bÛn.
 
Li vir jinan nirxandina hilbijartinan kirin û gotin em ê qeyûman bişînin.
 
Berî vekirinê ji bo kesên di doza azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Li vir dirûşma "Şehîd namirin" hat berzkirin. Guler Temel di destpêkê de got wê qeyûman bişînin û kesek nikarin îradeya gel têk bibe. Gulerê got ew sîstema rengê jinê tune dihesibîne qebûl nakin.
 
Piştî axaftinan qurdelaya mor hat birÎn û buro hat vekirin.
 
Ji bo mîtinga 8'ê Adarê bang
 
Li Kolana Yeşilkoy a Tûşbayê TJA'yê bi munasebeta 8'ê Adarê bi jinan re hat gel hevdu. Jİnan li vir filama û al bi dîwaran darde kirin. Namzeta Hevşaredariya Tûşbayê Hanim Akkoş tevli çalakiyê bû. Hanimê li vir da zanîn ew li dijî polîtîkayên qeyûman bi roj û şev dixebitin.
 
Piştre aktivista TJA'yê Gonul Uzunay got jin li têkoşîna 8'ê Adarê xwedî derdikevin û got jin li her qadê têkoşîna xwe didomînin.
 
Li Payizava û Westanê serdana esnafan
 
Bi munasebeta xebatên hilbijartinên 31'ê Adarê Namzeta Hevşaredariya DEM Partiyê ya Wanê Neslihan Şedal li Payizava serdana esnafan kir. Piştre li Westanê jî serdana esnafan hat kirin û li vir li pirsgirêkên wan hat guhdarkirin.