Tulay Hatîmogullari serdana Nobeda Edaletê kir

  • 16:31 29 Sibat 2024
  • Rojane
 
ÊLIH - Hevseroka Giştî y DEM Partiyê Tulay Hatîmoglullari ku çû serdana Nobeda Edaletê, got, "Li dijî polîtîkayên antîdemokratîk divê em têkoşînê bidomînin û tecrîdê bi dawî bikin."
 
Nobeda Edaletê ya ya li Êlihê ku di pêşengiya Komeleya Malbatên Girtî û Hukumxwarande hat destpêkirin di roja 29'an de li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk a Êlihê dewam dike. Îroa Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari çû serdana çalakiyê. 
 
'Em ê tecrîdê bi hev re bi dawî bikin'
 
Di serdanê de Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Nuran Seçkin axivî û banga aştî û edaletê kir û got, “Bila mirin çênebin, bila aştî pêk were. Bila yekitiya Kurdan pêk were. Werin em bi hev re tecrîdê bişkînin."
 
'Divê daxwazên gelê Kurd bên guhdarkirin'
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tûlay Hatîmogullari diyar kir ku dayik di her aliyê jiyanê de li ber xwe didin û got, “Armanca bingehîn a Nobeda Edaletê piştevaniya grevên birçîbûnê yên li girtîgehan e. Ji bo rakirina tecrîda ku li ser birêz Ocalan girantir dike têkoşîneke bi rûmet tê meşandin. Em mîratgirên kevneşopiya têkoşîn û serketinê ne. Meşa azadiyê ji du aliyan ve hat destpêkirin. Hema bêje hemû gelê Kurdistanê beşdarî meşê bû. Meşek watedar û girîng bû. Li tu derê cîhanê cihekî weke pergala Îmraliyê nîne. CPT’ê rapora serdana xwe ya berê eşkere nekir. Vê carê jî neçû serdanê. Pêwîste daxwazên gelê Kurd bên bihîstin. Em wan vedixwînin peywirê. Divê hêzên demokratîk jî ji bo şikandina tecrîdê têbikoşin. Werin em li dijî pêkanînên dijdemokratîk têbikoşin. Werin em tecrîdê bişkînin. "Ez bi rêzdarî serî li çalakiya nobeda edaletê ya dayikan ditewînim."
 
Di serdanê de bê navber dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana zindanan", "Bê Serok jiyan nabe" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hatin berzkirin.
           
Çalakiya nobetê bi stran û dirûşman bi dawî bû.