Bi girseyî çûn serdana şîna Gulsun Sîlgîr

  • 15:39 29 Sibat 2024
  • Rojane
 
RIHA - Şîna Gulsun Sîlgîr a li navçeya Wêranşarê ku di êrişê de jiyana xwe ji dest dabû, bi girseyî hat ziyaretkirin. 
 
Endama YJA-Starê Gulsun Sîlgîr (Sara Hogir Riha) di 28’ê tîrmeha 2023’yan di encama êrişa hewayî ya dewleta tirk a li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest da. Malbata Gulsun, şîna Gulsun Sîlgir li mala xwe ya li navçeya Wêranşar a Rihayê danî. Şîna Gulsun bi girseyî hat ziyaretkirin. 
 
Serdan, bi pêşengtiya Komeleya Çand, Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên Xwe li Xakên Qedîm Windakirin re (KATDER) ve hat kirin. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê Omer Ocalan, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk, nûnerên rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên bajar û navçeyan û gelek welatî tev li şînê bûn. 
 
Girseya ku li buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê ya li navenda navçeyê kom bû, heta cihê şînê meşiyan. Di dema meşê de dirûşma “Şehîd namirin” hatin berzkirin û girse ji hêla endamên malbatê ve hate pêşwazîkirin. Di şînê de ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn deqeyek rêz hate girtin. Piştre jî sersaxî ji malbatê re hate xwestin. 
 
Piştî xwendina duayan, Parlamenter Omer Ocalan axivî û got ku ji bo pêşîlêgirtina mirinan divê çareseriyeke demokratîk pêş bikeve. Omer Ocalan, bal kişand ser mirinên di şer de çêdibin û wiha pê de çû: “Li her devera welatê me şer heye. Zarokên vî gelî tên qetilkirin. Xwezaya Kurdistanê tê talankirin. Ji bo ev şer bi dawî bibe, divê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin. Mixabin li cihê guftûgo û siyaset bi dawî dibe, şer û mirin dest pê dike. Ma dê ev şer heta kengî bidome? Divê rêxistinên civaka sivîl û gelên me êdî ji vî şerî re bibêjin ‘bes e.’”
 
Piştî xwendina duayan, girseyî sersaxî ji malbatê xwest.