Rojnameger Dîcle Muftuoglû hat tehliyekirin

  • 13:27 29 Sibat 2024
  • Rojane
AMED - Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû hat tehliyekirin. 
 
Sêyemîn danişîna doza Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglû dest pê kir. Dîcle di 29’ê Nîsana 2023’yan di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqereyê de di encama serdegirtina malê de hatibû binçavkirin û di 3’yê Gulanê Roja Rojnamegeran a Cîhanê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin. Danişîna doza Dîcle Muftuoglû li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Dîclê bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “avakirin û birêvebirina rêxistinê” hat darizandin. 
 
Dîcle Muftuoglû li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevli danişînê bû. Parêzerên Dîcleyê jî di danişînê de amade bûn. Her wiha gelek rêxistinên pîşeyî jî danişînê şopandin 
 
Endamên Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê jî tev li danişînê bûn. 
 
Di danişînê de dozgeriyê daxwaza domandina girtina Dîcleyê kir. Şandeya Dadgehê jî derbarê rojnameger Dîcle Muftîoglu de biryara serbestberdanê da.