TJK-E'yê bernameya xwe ya 8'ê Adarê eşkere kir

  • 12:35 29 Sibat 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E'yê ragihand ku di 8'ê Adarê de wê li dehan bajarên Ewropayê bi dirûşma "Em bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi şoreşa jinê ve dimeşin" dakevin qadan û bang li jinan hemûyan kir ku tevlî çalakiyan bibin.
 
Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) bernameya xwe ya çalakiyan a ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Bi baweriya ku sedsala 21'ê bibe sedsala azadiya jinê em 8'ê Adarê pêşwazî dikin. Di şexsê hevrê Sara, Rojbîn, Ronahî, Evîn û Bîşeng de em hemû şehîdên xwe bi hezkirin bi bîr tînin.
 
Serdema heyî serdemeke civakî ya ji bilindbûna îradeya jinê ya azad e. Lewma gelekî girîng e ku ji qada xwecihî ber bi qada gerdûnî ve li ser bingeha esasên polîtîk û îdeolojîk azadiya jinê bê birêxistinkirin, bicihanîn û sazîbûnên hevpar bêne avakirin. Li gel têgihiştina li pirsgirêkên azadiya jinê her wiha nîqaşkirina rêyên çareseriyê û afirandina qadên hevpar girîng e. Lewma di asta jiyanê de girîng e ku jin ji aliyê siyasî, civakî, çandî, ekolojîk, exlaqî, aborî, xweparastin, dîplomasî, hişmendî û îradeya xwe, xwe bi rêxistin bikin. Ji niha ve dikare bê gotin ku sala têkoşînê ya li pêşiya me wê gelekî bi coş, têr û tijî derbas bibe. Ji ber vê yekê jî em bang li her jinan dikin ku tevlî sîstema me ya jinê bibin ku bi keda jinê hatiye avakirin, bi eşq, kelecan û hêviyê bi hev re bimeşin.
 
Ji bo me jinan, pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka kurd re' pêngaveke stratejîk e. Li dijî polîtîkayên Gladyoyê ku xeleka li dora Rêber Apo bênavber meşandiye, misogerkirina 'tenduristî, ewlekarî û azadiya' Rêber Apo wê bibe garantiya destketiyên pêvajoya heyî. Lewma em jin dibêjin; 'Azadiya Rêber Apo azadiya jinê ye'. Ya ku dawî li sîstema êşkenceyê ya 25 salan bîne, têkoşîna bi pêşengiya me jinan e.
 
Weke Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) em 8'ê Adarê ya 2024'an bi pêngava 'Em bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi şoreşa jinê ve dimeşin' pêşwazî dikin. Pêngava me di heman demê de soza me ya ji bo pêkanîna sîstema xwe li her qadên jiyanê ye.
 
Em bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi şoreşa jinê ve dimeşin' wê di navbera 1 û 10'ê Adarê de li dehan bajarên Ewropayê çalakî li dar bixin. 
 
Li gorî vê yekê wê 2'yê Adarê li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê û 3'yê Adarê jî li bajarê Parîs ê Fransayê û bajarê Basel ê Swîsreyê konferansên têkoşîna li dijî zayendîperestiyê bi dirûşma 'Zayendîperestî dikuje, têkoşîn azad dike' bêne lidarxistin."