Ji jinên girtî re qert hat şandin

  • 22:32 26 Sibat 2024
  • Rojane
ÎZMÎR - Jin bi hev re bi hêz in a Îzmîrê bi munasebeta 8'ê Adarê ji jinên girtî re qert şand.
 
Jin bi hev re bi hêz in a Îzmîrê bi munasebeta 8'ê Adarê ji bo piştevaniya bi jinan re ji jinên girtî re qert şand. Piştî şandina qertan Emine Akbaba wiha got:"Em wekî jin bi hev re bi hêz in bi xwişkên xwe re yên aştiyê, xweparastina feminist diparêzin di nava piştevaniyê de ne. Em ê nehêlin kesek vê piştevaniyê asteng bike."
 
Jinên qert nivîsandin çûn PTT ya Karşiyakayê û ji wir qert ji jinên girtî re şandin.