Ji jinên girtî re qert hat şandin 2024-02-26 22:32:16   ÎZMÎR - Jin bi hev re bi hêz in a Îzmîrê bi munasebeta 8'ê Adarê ji jinên girtî re qert şand.   Jin bi hev re bi hêz in a Îzmîrê bi munasebeta 8'ê Adarê ji bo piştevaniya bi jinan re ji jinên girtî re qert şand. Piştî şandina qertan Emine Akbaba wiha got:"Em wekî jin bi hev re bi hêz in bi xwişkên xwe re yên aştiyê, xweparastina feminist diparêzin di nava piştevaniyê de ne. Em ê nehêlin kesek vê piştevaniyê asteng bike."   Jinên qert nivîsandin çûn PTT ya Karşiyakayê û ji wir qert ji jinên girtî re şandin.