Hemleya komkirina îmzeyan a li Rojavayê Kurdistanê dewam dike

  • 20:44 26 Sibat 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên îmzeyên xwe ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diavêjin diyar kir ku azadiya wî daxwaza wan e û ew ê hewl bidin bi hemû hêza xwe azadiya wî pêk bînin.
 
Hemleya komkirina îmzeyan a di 9'ê Sibatê de ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de li hemû bajar û herêmên Rojavayê Kurdistanê dewam dike.
 
Komîteyên komkirina îmzeyan li navçeya Çilaxa îro hemleya komkirina îmzeyan li gundê Şebik ê li rojhilatê navçeyê dewam kir, her wiha komîteyan li Dêrikê xebatên komkirinê dest pê kir û welatiyan bi coşeke mezin hemle pêşwaz kir.