Hemleya komkirina îmzeyan a li Rojavayê Kurdistanê dewam dike 2024-02-26 20:44:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên îmzeyên xwe ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diavêjin diyar kir ku azadiya wî daxwaza wan e û ew ê hewl bidin bi hemû hêza xwe azadiya wî pêk bînin.   Hemleya komkirina îmzeyan a di 9'ê Sibatê de ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de li hemû bajar û herêmên Rojavayê Kurdistanê dewam dike.   Komîteyên komkirina îmzeyan li navçeya Çilaxa îro hemleya komkirina îmzeyan li gundê Şebik ê li rojhilatê navçeyê dewam kir, her wiha komîteyan li Dêrikê xebatên komkirinê dest pê kir û welatiyan bi coşeke mezin hemle pêşwaz kir.