Li Bolléneyê ji bo Abdullah Ocalan meş

  • 21:50 25 Sibat 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li bajarê Bolléne ya Fransayê meşek hat lidarxistin.
 
Li Ewropayê çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dikin. Kurdistanî û dostên wan ên li Qada Bolléne 18 juin 1940 hatin gel hev, tecrîda li ser Abdullah Ocalan protesto kirin û daxwaza azadiya fîzîkî kirin.
 
Meşvanan li ber avahiya şaredariyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de bal kişandin bi ser tecrîda giran a li ser Rêberê  PKK’ê Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hat kirin.
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.