Li Bolléneyê ji bo Abdullah Ocalan meş 2024-02-25 21:50:45     NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li bajarê Bolléne ya Fransayê meşek hat lidarxistin.   Li Ewropayê çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dikin. Kurdistanî û dostên wan ên li Qada Bolléne 18 juin 1940 hatin gel hev, tecrîda li ser Abdullah Ocalan protesto kirin û daxwaza azadiya fîzîkî kirin.   Meşvanan li ber avahiya şaredariyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de bal kişandin bi ser tecrîda giran a li ser Rêberê  PKK’ê Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hat kirin.   Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.