ROJEVA 25'Ê SIBATA 2024'AN

  • 09:00 25 Sibat 2024
  • Rojev
 
*Jinên yekem car di 1857’an de li New Yorkê agirê berxwedana azadiyê pêxistin, ji wê rojê heta niha têkoşîn, îtîraz û serhildana  xwe li dijî serdestiya mêr bilind dikin.
 
*Namzeta hevşaredariya DEM Partî ya Nisêbînê Gulbîn Şahîn Daghan da zanîn ku ji 1’ê Nîsanê şûnde ligel pêkhatina projeyan ji bo texrîbatên qeyûman ji holê rabikin wê xebatan bidin destpêkirin û got: “Li dijî kavila qeyûman em ê xebatên tespît, pêvajoya hiqûqî, şûndegirtina saziyan û aktîfkirina saziyan bimeşînin. Em ê di 4 astam de vê bigirin dest." DÎMEN HEYE
 
*Lingê çapemeniyê yên polîtîkayên şer hûr bi hûr pêk tên. Ji bo kesên li Fîlîstînê jiyana xwe ji dest didin çalakiyên protestoyî pêk tên lê penaberên Sûriyeyê yên ji ber şer li Tirkiyeyê bicih bûne tên qewirandin. Bi nakokiya di çapemeniya civakî de her diçe mezin dibe, nîjadperestî jî mezin dibe.