DEM Partiyê namzetên Başakşehîrê dan nasîn

  • 21:45 24 Sibat 2024
  • Rojane
STENBOL- DEM Partî namzetên hevşaredariya Başakşehîrê bi gel dan nasandin. Di civînê de namzetê Hevserokê Giştî yê Stenbolê Murat Çepnî axivî û got, "Em ê li Başakşehîrê, Şaredariya Bajarê Mezin û Kurdistanê bi ser bikevin."
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di civîna gel de ku namzetên Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Stenbolê Meral Daniş Beştaş û Murat Çepnî amade bûn de namzetên partiya xwe yên Başakşehîrê da nasandin.
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Çîçek Otlu, rêveberên bajar û navçeyan ên DEM Partiyê yên Stenbolê û gelek komeleyên herêmê beşdarî civîna gel bûn.Li salona ku pêşkêşî hat kirin pankartên "Em ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiyê deng bidin girtîgehan" û "DEM tê, em ê bajarên xwe bi rê ve bibin" hatin daliqandin.
 
‘Xwedî li têkoşînê derkevin’
 
Namzeta Hevşaredariya Stenbolê Meral Daniş Beştaş di axaftina xwe de bal kişand ser partiyên ku di pêvajoya hilbijartinê de ji partiyên xwe piştgirî xwestine û ev nirxandin kir: "Yên ku dengan ji me dixwazin, ew ê pêşî li mijarên ku em têdikoşin bibin xwedî helwest. Li girava Îmraliyê 35 meh in tecrîd didome. Birêz Ocalan nikare bi kesî re hevdîtinê bike. Bi hezaran hevalên me di zindanan de ne, rojnamevanên çapemeniya kurd hêj di girtîgehê de ne û her roj operasyonê li hemberî meclîsa me ya ciwanan pêk tînini. Qet ferq nake, lê dema ku mijar dibe hilbijartin, dema mijar dibe ser sindoqan dengên me dixwazin. Çima em deng bidin we? Ji bo me siyaset nayê wateya hilbijartinê. Em têkoşînê dimeşînin. Em têkoşîneke civakî û siyasî dimeşînin. Rejîmek heye ku em hewl didin vî welatî bikin welatekî demokratîk ku tê de wekhevî û azadî lê hebe."
 
‘Divê em dengê Abdullah Ocalan bibihîzin’
 
Meral Daniş Beştaş işaret bi girîngiya Mîtînga Demokrasî û Azadiyê ya ku dê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka kurd li Qada Esenyurtê bê lidarxistin û wiha dirêjî daye: "Wê sibe li Stenbolê fînalek xurt  pêk bê. Heta ku li vî welatî tecrîd hebe, heta ku azadî bên astengkirin, heta ku êşkence rewa be, divê tu kes qala maf û azadiyê neke. Pêwîste birêz Ocalan biaxive. Divê em dengê Ocalan bibihîzin.”
 
‘Em ê bi ser kevin’
 
Murat Çepnî bi silavkirina bi Tirkî û Kurdî dest bi axaftina xwe kir û got: “Kelecana we, enerjiya we, fedakariya we temînata serketinê ye. Bila her kes vê bibihîze. Beriya ku hilbijartin dest pê bike jî nîqaş li ser wê yekê hatin kirin ku DEM Partî dê çi bike. Li cihên ku em lê nebûn ji her seriyeke dengek derdiket. Bila ew vê derê bibînin. Ev hê destpêk e, me hê gotina xwe negotiye. Qad bi qad, kuçe bi kuçe, mal bi mal em ê hemû barîkatan hilweşînin. Em ê li Başakşehîrê, li Şaredariya Bajarê Mezin û li Kurdistanê bi ser bikevin.”
 
Çalakî bi gerandina govendê dewam kir.