Li Agiriyê xebatên hilbijartinê: Em ê bi hevre bi ser kevin

  • 19:13 24 Sibat 2024
  • Rojane
AGİRÎ - Namzetên Hevşaredarên DEM Partiyê Hazal Aras û Mehmet Akkûş, di serdanên pêk anîn de ji aliyê welatiyan ve bi eleqeyek mezin hatin pêşwazîkirin.
 
Namzetên Hevserokatiya Şaredariya Agiriyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Hazal Aras û Mehmet Akkûş û  şandeya pê re di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li bajêr serdanan kirin. Hevserokan îro li Agiriyê serdana namzetên ku beşdarî ezmûna ehlîyetê bûn, piştre jî beşdarî çalakiya dengbêjiyê ya li buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê hat lidarxistin bûn û piştre jî namzetên hevserok esnafên taxa Firatê ziyaret kirin. Rawestgeha dawî ya hevserokan serdana esnafên Sûka Şemiyê ya li qada bajêr hate vekirin bû.
 
‘Em ê bi hevre bi ser kevin' 
 
Namzetên hevserokatiyê ku bi eleqeyek mezin hatin pêşwazîkirin, daxwazên û pirsgirêkên gel gûhdar kirin. Hevserokan destnîşan kirin piştî ku hatin hilbijartin wê guh bidin pirsgirêkên gel û ji bo ku bajar bibe bajarekî jiyanî, çi ji destê wan bê bikin û peyama ku dê bi hev re bi ser bikevin da.
 
Daxwaz hatin guhdarkirin
 
Li Panosê namzetên hevşaredariyê Rojbîn Kartal û Kerem Kirtay esnaf û dikandarên tekstîlê ziyaret kirin û daxwazên gel guhdar kirin.